Şêniyên Hesekê 3 şervanên YPG′ê oxir kirin

HESEKÊ – Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên 3 şervanên YPG′ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, li goristana Şehîd Dijwar oxir kirin.HESEKE-MERASIME-SEHIDA ‫(150274561)‬ ‫‬

Girseya gel cenazeyên şervanên YPG′ê ″Elaa Deham (Mezlûm Hesekê), Berxwedan Mîş (Berxwedan Hesekê) û Yûsif Ugle″ ji Saziya Malbatên Şehîdan wergirtin bi karwanekî erebeyan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê û Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Selma Silêmanv axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest  û bal kişand ser fedekariya şehîdan di rizgarkirina welat de.HESEKE-MERASIME-SEHIDA ‫(150274562)‬ ‫‬

Fermandarê YPG′ê Zekî Kobanê jî soza şopandina riya şehîdan heta avakirina Sûriyeke azad, demoratîk û federal, da.

Her wiha Endamê Rêveberiya Xweser Hisên Elî jî diyar kir ku şûeravnên azadiyê bi ruhê biratiya gelan û jiyana hevbeş bajarê Reqayê rizgar dikin û ber bi Dêrazorê ve pêşve diçin.

Di dawiyê nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …