HESEKÊ – Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên 3 şervanên YPG′ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, li goristana Şehîd Dijwar oxir kirin.
Girseya gel cenazeyên şervanên YPG′ê ″Elaa Deham (Mezlûm Hesekê), Berxwedan Mîş (Berxwedan Hesekê) û Yûsif Ugle″ ji Saziya Malbatên Şehîdan wergirtin bi karwanekî erebeyan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.
Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê û Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Selma Silêmanv axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û bal kişand ser fedekariya şehîdan di rizgarkirina welat de.
Fermandarê YPG′ê Zekî Kobanê jî soza şopandina riya şehîdan heta avakirina Sûriyeke azad, demoratîk û federal, da.
Her wiha Endamê Rêveberiya Xweser Hisên Elî jî diyar kir ku şûeravnên azadiyê bi ruhê biratiya gelan û jiyana hevbeş bajarê Reqayê rizgar dikin û ber bi Dêrazorê ve pêşve diçin.
Di dawiyê nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.
#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ