Şêniyên Hesekê 3 şehîdên Xezeba Firatê spartin axê

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPj – HESEKÊ – Bi sedan welatiyên Hesekê û gundên wê cenazeyên 2 şervanên YPG`ê û şervanekî Erka Xweparastinê ku di hemleya Xezaba Firatê de  şehîd bûn, li goristana Şehîd Dijwar spartin axê.HSK-MERASIMA-3-SEHIDA ‫(113836546)‬ ‫‬

Welatiyan cenazeyê Şervanên YPGʹê Basil Mişûh (Çiya Hesekê) û Rêvan Omer (Delîl Şikakî) û şervanê Erka xwparastinê Hesen Derwîş ên di Hemleya Xezeba Firatê de şehîd bûn ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawdiyê ketin rê.

Di riya ketina goristanê girseya gel ku bê navber diruşme beriz dikirin, cenazeyên şehdan ji tirmpêlan daxistin û li ser milan kirin û heta goristanê meşiyan. Li vir merasîm hate lidarxistin.HSK-MERASIMA-3-SEHIDA ‫(1)‬ ‫‬

Merasîm bi rêzgitinê destpê kir, piştre li ser navê malbatên şehîdan Mihemed Dawîê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ku gelê herêmê şehîdên azadiyê nasipêrin axê, lê belê wan dispêrin dilê xwe.

Di berdewama merasîmê de Endamê Fermandariya YPGʹê Şiyar Delîl axivî û  got ku şehîdan ji bo parstina hemû pêkhateyên ROjava-Bakurê Sûriyê canê xwe feda kirine û  destnîşan kir ku hêzên QSDʹê di hemleya xwe de berdewam in û dê dawî li hêzên terorist û tarî bînin.HSK-MERASIMA-3-SEHIDA ‫(113836545)‬ ‫‬

Di merasîmê de her wiha li ser navê Desteya Erka Xweparastinê Ayid Îbarahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û got ku hêzên QSDʹê ji hemû cîhanê re isbat kiriye ku ew tekane hêza ku dikare dawî li terorê bîne û aramiya herêmê mayînde bike.

Piştî axaftinan sicîlê hersê şervanan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin. Malbata jî soza şopandina riya cangoriyan dan.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên sê şervanan bi diruşmeyan spartin axê.

 

HSK-MERASIMA-3-SEHIDA ‫(113836547)‬ ‫‬ HSK-MERASIMA-3-SEHIDA ‫(113836548)‬ ‫‬

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …