Şêniyên gundê Kaxera qala encamên topbaranê dikin

 EFRÎN– Şêniyên gundê Kaxra yê girêdayî navçeya Mabata diyar kirin ku ji ber topbarana arêtşa Tirk li ser gund sivîlek şehîd bû û 5 jî birîndar bûn, her wiha ziyanên mezin gihiştin malên wan.

Artêşa Tirk a dagirker saet di 02:00‘an de gundê Kaxra yê girêdayî navçeya Mabata topbaran kirin. Di encama topbaranê de, Ciwan Sadiq Reşîd (35)  şehîd bû û Rêberê Henan (46), Mehmûd Ebdo Îmo (51), Cemîl Mihemed Weqas (47), Ehmed Cemîl Qasim ( 38), Ehmed Silêman Mihemed (55) birîndar bû.  EFRIN-XLKI-GOUNDI-MOBATA (3)

Derbarê topbaranê de, welatiyê bi navê Mihemed Ekûş got “Li gorî rewşên şer me xwe bi rêxistin kiriye, rojane 5 kes ji gund derdikevin newbedariya parastinê. Duh balafirên keşfê li ser gund geriyan, paşê jî gund hate topbarankirin. Me berî da cihê ku tope lê ketine, me birîndar rakirin nexweşxaneyan.”

Jina bi navê Ofa Qadir Ebdo anî ziman ku ew li ser dengê topan şiyar bûn û got “Camê pencereyan şikest, mal xirab bûn, parçeyên topan li erebeya cîranê me ket.”

 

EFRIN-XLKI-GOUNDI-MOBATA (5) EFRIN-XLKI-GOUNDI-MOBATA (2)

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …