Şêniyên Girê Spî cenazeyên 3 şehîdan spartin axê

GIRÊ SPΠ– Bi sedan Welatiyên bajarê Girê Spî 3 Cangoriyên ku di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûn li goristana Şehîd Mehmûd Temê spartin axê.GIRESPI-MERASIM ‫(1)‬ ‫‬

Bi sedan welatiyên Girê Spî cenazyên Şehîdên bi navê ” Mehmûd Mihemed Sebrî (Sebrî), Hemed Eyid EL-Henîfî (Ebû Rebî Ceradî) û Mehemd Xelîl (Xelîl)  ên di berxwedana Reqqa de şehîd bûne, ji nexweşxaneya Wetenî ya bajêr rakirin. Girseya gelê cenazeyên şehîdan bi karwanekî tirmbêlan ber bi goristana şehîd  Mehmûd Temê derxistin rê.

Di merasîma oxirkirinê de Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa, Cîgirê Hevserokatiyê Ebdulah EL-Eryan, Endamê Rêveberiya Meclîsa TEV-DEM`ê de Selaheldîn Firat, Endama Rêveberiya Kongra Star Peyman Cûdî û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl li bajarê Girê Spî, Bajarokê Silûk, Eyn Îsa û bi sedan welatiyên bajarê Girê Spî û gundên beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û paşê endama Kongra Star Mûna EL-Eswed axivî û sersaxî ji malbatên Şehîdan re xwest û got”  Şehîd ne tenê yê malbatê ne, Şehîd yên tevahî mirovahiyê ne”.GIRESPI-MERASIM ‫(181600769)‬ ‫‬

Endama Rêveberiya Saziya Aş Kedîm Îbrahîm axivî û wiha got: ” em sersaxiyê ji hemû malbatên Şehîdan re dixwezin û silaveke mezin ji şervanên li eniyên pêş re dişînin.”

Kedîm Îbrahîm di dawiya axeftina xwe de, Soza berdewamkirina riya Şehîdan da û destwnîşan kir ku gelê herêmê di tekoşîna xwe heta dawiyê rizgar bike.

Nasnemeyên şehîdan hate xwendin radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazyên hersê şehîdan bi diruşmeyan spartin axê.

 

 

GIRESPI-MERASIM ‫(1)‬ GIRESPI-MERASIM ‫(181600770)‬ ‫‬ GIRESPI-MERASIM ‫(181600772)‬ ‫‬ GIRESPI-MERASIM ‫(181600774)‬ ‫‬

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …