Şêniyên Eyn Îsa cenazeyên 5 şervanên QSD spartin axê

EYN ÎSA – Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa cenazeyên 5 şervanên QSD’ê yên di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûne li goristgana şehîdên Reqa ya li gundê Hikûmiyê spartin axê.EYI ESA-MIRASIYME Ş (4)

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundên girêdayî wê cenazeyên şervanên QSD`ê Mihemed Ehmed, Selam Fewaz, Mihemed Abdullah, Xalid Ewad û Ewas Omer ên di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûne ji avahiya Meclîsa Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa wergirtin û bi karwanekî tirmpêlan ber bi goristana şehîdên Reqayê ve derketin rê.

Di riya ketina goristanê de girseya gelê cenazeyên şervanan li ser milan kirin û bi diruşmeyan heta goristanê meşiyan. Li vir merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî destpê kir.

Paşê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Salih EL-Bûş axivî û got ku ew bi rêzdarî di hizûra şehîdan de hemû tekoşerên azadiyê bibîr tînin û got ku ew ê heta dawî şopdarên riya şehîdan bin.

Di berdewama mersîmê de her wiha li ser navê QSD’ê Siûd Xelîl axivî û berxwedan û tekoşîna şervanan a di qadên şer de anî ziman û destnîşan kir ku şervanan bi tekoşîn û xwîna xwe herêm parstine . Siûd di dawiya axaftina xwe de soza şopandina riya şehîdan da.

Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hate kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şervanan bi diruşmeyan spartin axê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …