EYN ÎSA – Şêniyên navçeya Eyn Îsa ya girêdaayî herêma Girê Spî cenazeyên 4 şervanên QSD′ê ku di hemleya rêzgarkirina Reqayê de şehîd bûne, oxir kirin.
Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa li pêşiya nexweşxaneya bajarê Girê Spî kom bûn, cenazeyên şeravanên QSD′ê ″ Ibrahîm Elî (Azad), Hecî Mihemed (Hemîdî), Mihened Cedî TİRAD (Rêdûr), Tirkî El Xelef (Ebû Yûsif) wergirtin û ber bi goristana gundê Hikûmî ve ketin rê.
Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Fermandarê QSD′ê Mehmûd Osman axivî û da zanîn ku ew ê şopdarên riya şehîdên xwe bin û bi ruhê wan têkoşînê bidomînin.
Bi navê MSD′ê Mistefa Ebid da zanîn ku bi şehîdên xwe serbilind in û soza şopandina riya wan da.
Di dawiyê de cenazeyên cangoriyan li goristanê hatin veşartin.
#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ