Jina bi navê Gulê Ehmed ya ji navçeya Cindirêsê derbarê êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê wiha axivî: “Ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê em neçar man ji warê xwe derkevin. Ji ber bombebaran û topbarana wan me hemû tişt li pişt xwe hişt û me dest ji Efrînê berda. Em çiqasî jî zehmetiyên jiyanê bibînin, heta Efrîn ji dagirkeran rizgar nebe, em ê venegerin malên xwe.”

Welatiyê bi navê Mihemed Kolîn jî derbarê mijarê ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk a dagirker di serî de welatiyên sivîl hedef digre. Me bi çavên xwe bi sedan welatiyên sivîl ên bûn qurbanî dîtin. Dagirkeriya Tirk em naçarî koçberiyê kirin. Di malên me de jî malên çete bi cih kirin.”

Jina bi navê Gulê Hemo jî têkildarî mijarê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî wan zulmek mezin pêk anî û ev tişt anî ziman: “Erdoganê zalim malên me dagir kirin. Em neçarî koçberiyê kirin û di malên me de çeteyên xwe û malbatên wan ên ji Dûma û  Qelemûn bi cih kirin. Lê bela baş bizanbin ku tevî bê dengiya civaka navdewletî em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û dawî li dagirkeriyê bînin. Bila dagirker baş nas bike ku em ê tu carî ji wan re teslîm nebin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ