Şêniyên Efrînê cenazeyê şehîd Êrîş oxir kirin

EFRÎN –  Şêniyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPG′ê Êrîş Efrîn ku di berxwedana li hember çeteyên Tirkiyê de şehîd bûye, oxir kirin. EFRIN-MIRASIMI-SAHIDAN (2)

Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avirîn kom bûn, cenazeyê şervanê YPG′ê Ebdulqadir Miho (Êrîş Efrîn) wergirtin û ber bi goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ve ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê ve dest pê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Dilxwaz Efrîn axivî, sersaxî ji malbata şehîd Êrîş re xwest û bal kişand ser berxwedana gelê Efrînê li hember komên çete û dagirkeriya Tirk. EFRIN-MIRASIMI-SAHIDAN (4)

Dilxwaz bi navê YPG′ê soza tolhildanê û şopandina riya şehîdan heta avakirina Sûriyeke Federal, da.

Piştre Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Meryem Henan û bi navê Rêveberiya Xweser Nûrî Şêxo axivîn, sersaxî ji malbata têkoşer re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hat veşartin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …