Şêniyên Ebû Xeşeb Cenazeyê Şehîd Ebid spartin axê

DÊRAZOR –Şêniyên gundê  Ebû Xeşeb cenazeyê şervanê YPG`ê Ebid Îbrahîm ê di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bû li goristana Şeîd Xidir a bajarokê Cezra spartin axê.MERASIME-ABU-XESEB (5)

Bi dehan şêniyên bajarê Ebû Xeşeb cenazayê şervanê YPG‘ê Ebid Îbrahîm ji Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekî erebeyan ber bi bajarokê Cezrayê ve, ketin rê.

Dema  kerwanê cenaze giha goristana Şehîd Xidir a bajarokê Cezra li vê derê merasîmeke hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtin destpê kir.

Paşê ji fermandarên QSD`ê Barfan Reqa di merasîmê de wiha axivî: “Em bi rêzdarî hemû şehîdan bi bîrtînin. Bi saya xwîna şehîdan herêm tên rizgarkirin û em soz didin ku em ê heyanî dawiyê li ser riya şehîdan, bimeşin.”MERASIME-ABU-XESEB (6)

Di merasîmê de hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: “Bi saya şehîdan herêm ji çeteyan rizgar bû, ji ber ku em tekoşînê dikin wê serkeftin a me ye. “

Piştî axaftinan, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Beraa Hemade nasnameya şehîd xwendin û radestî malbata wî kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd bi diruşmeyan spartin axê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …