Şêniyên Bilbilê: Çiqas êrîşên dijwar bin em warê xwe bernadin

EFRÎN – Li hemberî dijwariya êrîşên dagirkeriya Tirkiyê  li ser Efrînê, gel biryara berxwedanê daye û dibêjin “Çiqas êrîşên dijwar bin em natirsin û em ê warê xwe biparêzin.”

Navçeya Bilbilê ya girêdayî kantona Efrînê ev 12 roj rastî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û terorîstên wê tên.

Dagirkeriya Tirkiyê di êrîşên xwe de ku çekên giran û balafiran bi kar tînin de cihên sivîlan hedef digirin. Li navçeya Bilbilê heta niha zêdeyî 30 malan hatin wêrankirin.

EFRIN-WELATIYEN-GUNDE-BILBILE-BERXWE DIDE ‫(38863370)‬ ‫‬

Şêniyên navçeyê diyar kirin ku êrîşên dagirkeriyê sivîlan hedef digirin û got “Li hemberî îradeya wan wê hemû êrîşên dagirkeran têk biçin. Çiqas êrîşên dijwar bin em natirsin û em ê warê xwe biparêzin.”

Welatiyan her wiha bêdengiya raya giştî ya li hemberî êrîşan şermezar kirin.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …