Şehîdin Kû Bi Rihê Derwêş Û Edûleyan Ji Bu Vîna Azad Şer Dikin

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên parastina Jin ji tevahî cîhanê re diyarkirin ku ew hêza herî bi bandor li dijî terrorê bi hemo coreyên xwe ve,

Çeteyên DAIŞ yên ku herêma Cizîrê bi tevahî ji dest xwe winda kirin û jê hatin paqij kirin ev binkeftin ji bo xwe qebûl nedkirin. Him ji bo ser binkeftinên xwe bigrin, him jî ji bo ji hêzên me tola xwe bistînin yekser gelê me hedef kirin û êrîşên xwe ya li hember bajarokê Silûk û bajarê Girê Spî destpêkirin. Giredayî vê êrîşê berê  xwe dan noqteyên stratejîk a di navebere Silûk û Girê Spî de.

Şervanên me yên leheng yên ku bi rihê Derwêş û Edûleyan ji bu vîna azad şer dikin û pilanê çeteyên qirêj bi tevahî vala derxstin. Çeteyan ji vê êrîşê hêvî dikin ku encamekî baş bi dest bixin, lê bi saya lehengiya şervanên me windahiyên pirr giran dan û li çole beriyê vegeriyan. Bi vê awayî ev herêm carekî din ji ber tehlûkekî dijwar hat xilaskirin.

Di vê berxwedaniya bi rûmet de, ya ku di rûpelên dîrokê de cihekî mezin girtiye 3  hevalên me bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadetê.

Tevî wan 3 hevalên leheng, em nasnameya 3 hevalên xwe yên hêja yên ku di berxwedaniya efsanayî ya li bajarê Helebê de şehîd ketin jî aşkere dikin.

Ji bo doza hemû tekoşerên azadiyê ya ku xwe feda kirin û ji bo doza Kurdistanê em weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin soza şopandina doza wan dikin û ji bo hemû mirovatiyê sersaxiyê dixwazin.

Nasname Ya Şehîda Weha Ye:

ROJIN ZEKERIYE-001

 

Navê tevgerî: rojîn zekeriye

Navê rast: evîn seydê

Navê dayikê: suheyle

Navê bav: muhemed

Cihê ji dayikbûnê: kobanê / elî şêr

Cih û dîroka şehadetê: heleb/ şêx meqsud 02/03/2016

 

Navenda Ragihandina YPJ

4 – ŞIBAT – 2016

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …