Şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqqa (13-23 Tebax 2017)

Pêngava Rizgarkirina Reqqa yê bi awayekî dijwar didome. Şervanên YPG û YPJ ku pêngavê de bi awayekî çalak tevlî dibin, derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê didin û serkeftinên mezin bidest dixin. Ji bo rizgarkirina gelên Reqqa yê yên destê çeteyên DAIŞ’ê û bi tunekirina çeteyan ji Reqqayê çi dibe bila bibe wê tekoşînekî bê hempa were meşandin.

 

Du rêhevalên me ku li ser heman esasî tevlî Pêngava Rizgarkirina Reqqa yê bûbûn, di dîrokên cûda de di şerên giran di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.

Em weke YPG û YPJ hemû şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bibîrtînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û gelê me yê welatparêz re dixwazin.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

Nasnav: Agirî Qamişlo

Nav û Paşnav: Emar Ezo

Navê Dayikê: Menal

Navê Bav: Ismayîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 13 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Dilbirîn Baz

Nav û Paşnav:Elî Ebdo

Navê Dayikê: Emîra

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 23 Tebax 2017

 

Navenda Ragihandina YPG | 24 Tebax 2017

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …