Ji destpêka şoreşa Rojava re heya niha gelek gavên dîrokî hatin avêtin .
Dîroka gelê bindestan bi şoreşa Rojava re xwe nûjên dike .
Bi saya berxwedaniya şervanên YPG û YPJ’ê gelê
Rojava û Bakurê Sûrî tên parastin . Erka herî mezin ji bona
wan parastina rûmeta gel e . Roj bi roj xwe mezin kirin û bi
berxwedaniya xwe ve bûn pirek di navbera biratiya gelan de .
Kurd , Ereb , Asur , Suryan , Turkmen û netewên din yên Rojava û Bakurê
dijîn berê xwe dan nava refên YPG û YPJ’ê .
Piştî ku berxwedan û qehremantiyên mezin di Rojava
û Bakurê Sûrî de çêbûn û di nav wan berxwedaniyan de gelek
şervanên rûmetê şehîd ketiye . Bi destpêkirina Pêngava
Xezeba Firatê ji bona gelê Bakurê Sûrî hêvîyêkî mezin da avakirin .
Pişti ku bajarê Reqqayê ji aliyê hêzên QSD , YPG û YPJ’ê ve hate
dorpêçkirin dest bi Cenga Mezin kirin . Di vî Cenga Mezin de heya
niha destkeftiyên mezin hatiye bidestxistin . Şervanên me jî
bi awayekî çalak di vî cengê de berxwedaniyekî bê hempa didin meşandin .
Ji bona ku gelê Rojava û Bakurê Sûrî ji nav metirsiyan derkevin şer dikin .
Ev her şeş hevalê me di nav vê Cenga Mezin de cihê xwe di eniyên
herî pêş de girtin û heya kêliyên xwe yên dawî jî bi wêrekî şerê xwe
kirin û gihiştin asta şehadetê .
Em wek YPG û YPJ’ê hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin.
Di serî de ji malbatên şehîdan û bi giştî gelê Kurdistan û Bakurê Sûrî re sersaxîyê dixwazin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nav û Paşnav: Agir Urmiye
Navê Rast: Roman Delîmîlan
Navê Dayikê: Efsane
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 11 Puşber 2017
Nav û Paşnav: Azad Ferhad
Navê Rast: Sirac Yunis
Navê Dayikê: Cumana
Navê Bav: Nebîl
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 10 Puşber 2017
Nav û Paşnav: Delîl Kobanê
Navê Rast: Ehmed Hecî Elî
Navê Dayikê: Xelîsa
Navê Bav: Salih
Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 11 Puşber 2017
Nav û Paşnav: Mîxaîlo Çekdar
Navê Rast: Muhammed Can
Navê Dayikê: Mûzeyyen
Navê Bav: M.Seyrî
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 12 Puşber 2017
Nav û Paşnav: Qehreman Hol
Navê Rast: Beşîr Siltan
Navê Dayikê: Cemîla
Navê Bav: Mehmud
Cihê Ji Dayikbûnê: Hol
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 10 Puşber 2017
Nav û Paşnav: Reqawî Hesekê
Navê Rast: Muhened Ismayîl
Navê Dayikê: Şêxa
Navê Bav: Beşîr
Cihê Ji Dayikbûnê: Amudê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 10 Puşber 2017