Şehîdên Berxwedana Serdemê li goristana Şehîd Avesta hatin oxirkirin

EFRÎN – Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê 22 cangoriyên Berxwedana Serdemê li goristana Şehîd Avesta Xabûr oxir kirin. IMG_0186

Şêniyên Kantonê cenazeyên şervanên QSD′ê ″Mihemed Mihdî Umer (Şahîn Sundus), Abdîn Eqas (Birûsk), Hesen Hesen (Mezlûm Nesriye), Mehmûd Hisên (Deştî Amanos), Ismaîl Ismaîl (Rêdûr Bêkes), Mihemed Hemû (Mîtan Umer), Xebat Dilşêr, Şêrzan Keferok″, şervanên YPJ′ê ″Semîra Osman (Vejîn Elî Şêr) Hêvîdar Azad û Dilxwîn Can Dijwar″ û Hêzên Xweparastinê ″Ehmed Ebdo, Hesen Hemade, Ebdo Heşel, Ebdullah Şewbek, Midûr Şêxo, Kawa Elûş, Ebdulrehman Xelo″ û Endamên Hêzên Asayîşê ″Ehmed Silêman, Cemal Misto û Ocalan Bekir″ ji nexweşxaneyê wergirtin û bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ ber bi goristana Şehîd Avesta Xabûr a dikeve gundê Kever Şêlê ve ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Kantonê Fewzî Seydo axivî û da zanîn ku Artêşa Tirk û çeteyên wê nikarin berxwedana şervanên QSD′ê yên Qehreman têk bibin.

FOZI

Seydo di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku gelê Kurd li ser esasê felsefeya Rêbertiyê têdikoşe û destûr nade ku dewleta Tirk axa Efrînê dagirk bike.

MUSTEFA

Hevserokê Meclîsa Kantonê Mustefa Hesen jî diyar kir ku gelê Efrînê yên ku pêşengiya Berxwedana Serdemê dikin xwediyên axê ne û vîna wan tu carî nayê şikandin.

RSHID

Hesen di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku dagirkeriya Tirk sivîlan hedef digire û got ku ev yek nîşaneya têkçûna wan li hember QSD′ê ye.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …