Şehîdê QSD`ê Akif hate oxirkirin

GIRÊ SPÎ – Şêniyên navçeya Eyn Îsa û Reqayê cenazeyê şervanê QSD`ê li goristana gundê Hikumî oxir kirin.

Bi sedan welatiyên Reqa û Eyn Îsa piştî  wergirtina cenazeyê şervanê QSD`ê Elî Silêman(Akif) ku li Reqayê şehîd bibû, ji nexweşxaneya Girê Spî wergirtin û bi karwanekî berê xwe dan  goristana gundê  Hikumî ya Eyn Îsa.

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate destpêkirin. Paşê, ji fermandarên QSD`ê Mihemed Ebû Leyla axivî û da zanîn ku heta şervanek hebê ew ê parastina Efrînê û hemû axa Bakurê Sûriyê bikin.

Paşê, wesîqeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd bi dûrişme û tilîliyên dayîkan hate oxirkirin.

 

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …