Şehîda Berxwedana Serdemê Canda bi rihê şoreşgerî şehîd bû

 EFRÎN – Şervana YPJ’ê Xedîce Hiso (Canda Ararat) ji resim hez dikir û bi rihê şoreşgerî tevlî xebatên tevgera azadiyê bû. Rola wê di balavkirina fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de mezin bû û di qadên şer de jî fermandareke zîre bû. Di Berxwedana Serdemê de tekoşîn kir û şehîd bû.

Şervana YPJ’ê Xedîce Hiso (Canda Ararat) di sala 1996’an de hate dine. 2 xwîşkên wê û 3 birayên wê hebûn. Dayîka wê Fila Ehemed Oso û navê bavê wê Mihemed Hiso bû. ji gundên kewkebê ya girdayî Efrînê ye. DI malbateke welatparêz de mezin bû. Malbatê di salên 90’yî de Tevgera Azadiyê nas kirin. Ji malbata wan 3 kes di nava Asayîşê de ne û yek di nava YPJ’ê de ye.

Di malbata xwe ya welatparêz de mezin bû. Dibistana xwe ya seretayî û navîn li dibistanên Efrînê xwend. Di zarotiya xwe de ji resim hez dikir û gelek resim û tabloyên xweşik xêz dikirin.

Xedîce ji zarotiya xwe de ji xwendin û mijarên zanistî hez dikir. DI nava hemû xizm û nasên xwe de bi dilgeşî û rûkeniya xwe dihat naskirin.2018-2-18-EFRIN-POTRA-SEHID-CANDA-ERARAT (3)

Ji zarotiya xwe de di nava malbatê de Tevgera Azadiyê nas kir û vê yekê bandor li kesayeta wê kir.

Di nava malbata xwe de tevî gelek çalakiyên tevgera azadiyê yên bi dizî dihatin lidar xistin bû. Vê yekê bandor li kesayeta wê kir.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re Xedîce wekî gelek ciwanên din dest bi xebatên xwe yên şoregerî kir. Di nava ciwanên Şoreşger de cih girt û cihê xwe di nava tevgera Çand û Hunerê de girt. Di koma dîlanê de xebatên çandê da meşandin.

Di nava xebatan de gelek pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, her wiha belavok û kovarên tevgerê xandin û bi wan gelekî bi bandor bû. Di nava xebatên xwe yên çandî de bi sedan ciwan rêxistin kirin û ramanê Tevgerê bi wan da naskirin. Xedîce bi rihê berpirsyariyê di nava hemû hevalên xwe dihat naskirin û li ser wî esasî her ciwan birêxistin dikirin û bi rêzdarî nêzî wan bû.

Di sala 2012’an de tevlî nava hêzên YPJ’ê bû û navê xwe yê kod kir Canda Ararat. Şervana YPJ’ê Canda ji malbata xwe re nameyk biçûk ku li ser nivîsbû “LI min ne gerin, ez tevlî refên şoreşê bûme.” Bi nameya xwe peyama xwe û xwesteke xwe ji malbatê re got.

Canda Ararat zêdeyî salekê li Efrînê ma. Tevlî perwedeyeke girtî bû. Pişt re berê xwe da Çiyayê Kurdistanê û tekoşîna xwe li wir 4 salan dewam kir.

BI destpêkirina sala 2017’an de vegeriya Efrînê û cihê xwe di bersivdayîka gelek êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê de da. Dema Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê kirin, Canda ji Fermandariya Xwe xwest ku berê xwe careke din bide Efrînê û cihê xwe di Berxwedana Serdemê de bigre.

BI tevlîbûna Berxwedana Serdemê de, Canda cihê xwe di eniyên şer ên li navçeya Mabta de girt, wekî fermnadr li wê eniyê cih girt û dema êrîş li gundê Qido ya herêma Raco dijwar bû, Canda berê xwe da wir da ku bersiva êrîşan bide.

Di 10’ê sibatê de Canda Ararat û komek hevalên xwe helîkopterên Kobara yên Artêşa Tirk li gundên Qode anîn xwarê. Piştî wê di berxwedana Serdemê de şehîd bû. Cenazeyê Canda bi merasîmeke bi heybet li goristana Şehîda Avesta hate definkirin.

Bavê Tekoşer Canda Mihemed Hiso derbarê tekoşîna wê ev tişt anî ziman: “Beriya Canda şehîd bibe, bi telephone bi me re axivî û ji me xwest ku em xwedî îradeyeke xurt bin. Niha şehîd bû em ê tekoşîna wê bidomîn in.”

Birayê wê Reşîd Hiso jî got ku ew bi şehadeta xwîşka xwe serbilin  û ev tişt anî ziman: “Em ê tekoşîna xwîşka xwe bidomîn in. emê heta dawî bersiva êrîşên wan bidin û em ji wan re dibêjin ku Efrînê wê li ber xwe bide û serkeftin para berxwedana me ye.”

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …