Şehîda Berxwedana Şedadê (Ezawî) Bêrîvan Amed

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

Şoreşa Rojava şoreşa tekoşînêye. Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ li ser rûpelên dîrokê bi fedabûnê û fedekartiyê her roj serkeftinên nû dinivîsînin.

Di erîşên berfireh yên Çeteyên DAIŞê tevî maşîneyên teqemenî û zirxî li ser xeta parastina hêzên me ya başûrê gundê Azawî ya giredayî Şedadê pekhat. şerên di 11ê Îlonê de destpêkir û Sê rojan be navber dewamkir, hêzên me bersivên tund dan êrîşê çeteyan. Piştî berxwedaniyeke mezin li hember çeteyan yên li dijî pêkhateyên Rojava hat meşandin, şervanên me yên Kurd û Ereb mil bi mil berxwedaniyek mezin dan diyarkirin û bi qehremanî şer kirin, êrîşê wan vala derxistin û 12 hevalên me gihiştin asta şehadetê, yek ji wan jî şervena YPJ’ê Bêrîvan Amed…

Em bi serbilndahî dibêjin ku şehîdên me merteba herî bilindin ji ber ku şehîdên rastiyê ne.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ soz didin ku em heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser doz û şopa şehîdan bimeşin, û em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re dixwazin.

Nasnemey şehîd wiha ne:

berivan%20amed-dirok%20baran

Navê Tevgerî: Bêrîvan Amed

Navê Rast: Dîrok Baran

Navê Dayikê: Zekiya

Navê Bav: Omer

Cihê Ji Dayikbûnê: Amed

Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê/ Gundê Ezawî  11 Îlon 2016

 

Navenda Ragihandina YPJ

16.ÎLON.2016

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …