Şehîda Berxwedana Şedadê (Dicle Amed)

Şoreşa Rojava û projeya federaliyê li Sûriyê bi gavên dîrokî re pêşketinên xwe mezintir dikê. Pêşketina herî dawî ji rizgarkirina Minbicê bû ku hem milê leşkerî hem jî milê siyasî de nirxên stratêjîk bi xwe re heye. Heman demê de hemberî êrîşê çeteyên Koalîsyona Sûrî bi berxwedaniyek dîrokî kû hezên YPG û YPJ nîşan da bi serkeftinek mezin dawî bû. Bi van pêşketinan rê giredayî, erîşên komên çeteyên DAIŞ’ê dijwartir dibe. Ji bo kû pêşîya van pêşketinan were girtin hemû hêzên netew-dewlet bê kû bisekinin ji her mili da erîşê xwe berdewam dike. Herî dawî jî erîşê kû li ser enîyên Sedadê hat kirin bi berxwedanî û bedelên mezin re têk çû.

 

Dîsa bi fedakarî û lehengiya şervanên azadî re ax û gelên heremê hat parastin. Ew şervanên ku şev û roj bi vîn û baweriyek mezin hemberî hemû êrîşên hovane canê xwe dikin mertal. Di encamê berxwedaniya fedaî û lehengiya sê rojan, çeteyên DAIŞ’ê bi derbeyên mezin têk çûn. Di encama vê berxwedaniyê neh hevalê me gihîştin asta bilind a şehadetê. Yek ji wan jî rêhevala me dicle amed ya ku ji bo rizgarkirine xeka kurdistanê û parastine xeta jinê, heya dawî têkoşiya heta gihişt asta şehadetê.

Nasnameya sehida wiha ye

Sehid_31 3

 

Navê Tevgerî: Dicle Amed

Navê Rast: Rukiye Eskîn

Navê Dayikê: Akliye

Navê Bav: Abdulrehman

Cihê Ji Dayikbûnê: Amed

Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ezawî 27-8-2016

 

Navenda Ragihandina YPJ

31/TEBAX/2016

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …