Şehîda Berxwedana Qadiriyê, Bendava Tişrîn (5 Mijdar 2016)

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:

Şervanên gelê me yê berxwedêr, di bin her şert û mercan de li hember dijminên gelan ji serkeftin pêvetir çi rêya din esas nagirin. Ji bo pêkanîna vê erka pîroz çi astengî nasnakin û xwe gorî kirine welatê xwe de bi dilxwazî tevdigerin.

Ev hêza mezin a serkeftinê, di dîrokê de pir kêm bûye nesibê gelan. Lewma gelê me di bin metirsiya mirinê de jî be, tim xwedî li şervanên xwe derketine û tevî şervanên xwe yên leheng li ser dijminên xwe de xezeb barandine.

Bêguman ev serkeftin bi bedelên mezin tên bi dest xistin. Ev bedel jî ciwanên giranbûha yên gelên me ne. Mixabin em îro şehadeta şeş rêhevalên xwe yên din radigihînin.

Di 5ê Mijdarê de çeteyên DAIŞê êrîşek berfireh biribûn li ser gundên Kurdîsan, Qediriyê û Şemseddîn yên giredayî Kobanê. Hêzên me li wê qadê bi awayekî tund bersiv dan êrîşê çeteyan û êrîşên wan vala derxistin, li gor agahiyên destpêkê me di daxuyaniya xwe de dabû, di wê şerê dijwar de bi giştî şeş hevalên me gihiştine şehadetê.  Yek ji wan jî rêhevala me adar ararat, ya ku li ser şopa jina azad xwe fedaî welat û gelê xwe kir..

Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) soz didin ku em heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser doz û şopa şehîdan bimeşin, û em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Nav û Paşnav: Adar Ararat

Navê Rast: Zozan Hacîdo

Navê Dayikê: Nurî

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbuyînê: Makû

Cih û Dîroka Şehadetê: 05-11-2016 Qadiriyê

Navenda Ragihandina YPJ

8 Mijdar 2016

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …