Hêzên êrîşkar ku rastiya gelên Rojava baş dizanin hewl didin ku pêşî li têkoşîna wan bigirin. Lê belê li Rojava bi hezaran ciwan li her deverekî li hemberî çeteyên paşverû yên mîna DAIŞ û alîgirên wan heta dawiyê têkoşîn dikin û tu caran jî ji vê têkoşeriya xwe, xwe nadin paş û li hemberî dijmin çok naşikînin. Ew bi berxwedana xwe destan û lehengiyên di dîrokê de hatine nivîsîn serobin dikin û di rûpelên dîrokê De bi tîpên zêrîn destana berxwedanî û lehengiyê binivîsînin..
Di her pêşketinên ku hevalên me bi destdixin, komên çete li hember wan pêşketinan rêbazin qirêj li dijî gelên sivîl pêktîn e. Teqîna Qamişlo yek ji wan rêbazan bû. Di encama teqinê de gelek zirarên madî gihîştin malê sivîla û rêhevala me Sozdar Zerdeşt ku nêzî bûyerê bû di encama teqînê de gihîşt şehadetê.
Wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di serî da malbata şehîdan, û ji tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê her tim şopdarê rêya şehîdên xwe bin, em ê tucarî armanca van şahadetan ji dilê xwe dernexin ta ku hêjayî wan bin.
Nasnameya şehîda wiha ye:
Nav û Paşnav: Sozdar Zerdeşt
Navê Rast: Sozdar Ozpolat
Navê Dayikê: Xatûn
Navê Bav: Hacî
Cihê Ji Dayikbuyînê: Siverek
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo 11.11.2016
Navenda Ragihandina YPJ
19 Mijdar 2016