Şehîd Rehşan li Amûdê hate oxirkirin

AMÛDÊ – Şeniyên bajarê Amûdê û gundewarên wê cenazeyê şervana Yekîniyên Parastina Jin (YPJ) Rehşan Avşîn li goristana Şehîd Ismaîl Hogir a bajarê Amûdê, oxir kirin.AMUDE-MERASIME-SEHIDA (4)

Bi sedan şeniyên bajarê Amûdê cenazeyê şehîd Sozdar Mele Ehmed(Rehşan Avşîn) ku di 24`ê  Hizêranê de, di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê  wergirtin.

Piştî ku şêniyên bajarê Amûdê cenaze wergirtin, bi kerwanekî  berê xwe dan goristana Şehîd Ismaîl Hogir. Gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîd Rehşan û al û sembolên şoreşa Rojava rakiribûn.

Di merasîmê de Hevserokên Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk ê bajarê Amûdê Selman Şêxî û Fatime Silêman, Hevserokê Desteya Parastinê yê Kantona Cizîrê Rêzan Gulo, şervanên YPG, YPJ, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Seîd Ferso, amede bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Paşê, şervanên YPG û YPJ`ê toraneke leşkerî lidar xistin. Piştî toranê, Seîd Ferso axivî û sersaxî ji malbata şehîd Rehşan re xwest. Seîd da zanîn ku biratiya gelan û felsefa netewa demokratîk wê biser bikeve.AMUDE-MERASIME-SEHIDA (7)

ji Fermandarên YPG`ê Zelal Amûd soza şopandina rêya şehîdan da avakirina Sûriyeke demokratîk nû kir.

Piştî axaftinê, wesîqeta şehadetê hat xwendin û radastî malbata şehîd Rehşan hat kirin. Her wiha bi navê malbata şehîd Rehşan meta wê axivî û soza berdewamiya riya şehîdan nû kir û got ku ew bi şehadeta Rehşan ser bilind in.

Di dawiya merasîmê de,  cenazeyê şehîd Rehşan di nava tilîliyên dayikan û siloganên şehîd namirin li goristanê hate veşartin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …