Li warê şoreşê serbilindî, qehremanî, êş û bedelên mezin bi hev re tên jiyankirin. Ên doz xurt kirin, welat û gel serbilind kirin, şehîd bi xwe ne. Dîroka nû ew bi can û keda xwe diafirînin. Ji ber vê banga herî mezin soza herî mezin û hêza herî mezin şehîd in.
Ji wan hevalan şehîdan, hevala Hêvîdar (Hadika Doğru) ji bo protesto kirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan 15ê Sibatê 2016’an de bedena xwe dabû ber agir. Ji hingî ve di nexweşxane de dihat dermankirin. lê rixme hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û 6ê Avrêlê 2016’an gihişt şehadete.
Weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku bîranina ew cangoriyên azadiyê bibe hêz û hêviya berdewamiya têkoşîna rizgariyê.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Navê Tevgerî: Hevîdar Serhed
Navê Rast: Hadîka Dogru
Navê Dayikê: Şekernaz
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Malazgirt, Muş
Cih Û Dîroka Şehadetê: Kobanê 06-04-2016
Navenda Ragihandina YPJ
20/Nisan/2016