Şehîd Gabar li ser tevlîbûna xwe û êrişa 14’ê Tîrmeh li Fransa 1

Di nava şehîdên Reqqayê de, hevalê Gabar ku hemwelatiyê Fransa ye di 2016’an de tevlî Yekîneyên Parastina Gel dibe, di hevpeyvînekî xwe ligel Navenda Ragihandina YPG’ê de dibêje: “Ez tevlî YPG bûme da ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de cihê xwe bigirim. Ez bawer dikim kesê ku ji azadiya xwe û derdorê xwe re rêzê digire bi her awayî be wê alîkariya vê dozê bike.”

Rêheval Gabar di sala 2015’an de Tevgera Azadiyê nas dike û piştî beşdarbûna xwe di nav YPG’ê de tevlî pêngavên rizgarkirina Şedadê û Minbicê dibe, li wir birîndar dibe lê bi dilekî xurt di têkoşîna YPG’ê de israr dike û tevî rêhevalên xwe berê xwe dide navenda çeteyên DAIŞ’ê li Reqqayê.

 

https://www.youtube.com/watch?v=bAbhvYp7mbc

Gabar bavê zarokekî, di jiyana xwe de xwedî tecrûbeyekî dirêj ya leşkerî ye. Di wesiyeta xwe de ew dinvîsîne ku “Dema ez şehîd bikevim min li Rojava veşêrin.” Bi wî awayî girêdana di navbera gelan de nîşan dide û heta dawiyê meşa azadiyê didomîne. Di 7’ê meha Îlonê de Gabar û rêhevalên wî li Reqqayê dikevin pevçûnekî dijwar ligel çeteyên DAIŞ’ê. Ruxmê birîndariya xwe Gabar heta kêliya dawiyê jî li ber xwe dide û bi qehremanî digihîje şehadetê.

Weke YPG û YPJ, ji tevahî gelên Rojava û Fransa re sersaxiyê dixwazin û carekî din soza xwe nû dikin ku emê şopdarê heqîqeta şehîdan bin û têkoşîna wan dewam bikin.

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …