‘Şehadeta Rohenda û bavê wê rastiya welatparêzî û girêdana bi axê re ye‘

NAVENDA NÛÇEYAN– Fermandariya YPJ’ê ya Efrînê têkildarî şehadeta enadama ragihandinê ya YPJ‘ê Rohenda Xemgîn daxuyaniyeke weşand. Fermandariyê got, Rohenda her kêliya jiyana xwe bi afirandina kesayeteke azad re neqişandibû. Bi rihê xwe yê ciwantiyê şoreş jiyan dikir û dida jiyan kirin.

Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin ya Efrînê têkildarî şehadeta endama ragihandinê ya YPJ‘ê Şîn Kedro (Rohenda Xemgîn) ku 10‘ê Adarê de di şopandina pêşveçûnan şervanan di Berxwedana Serdemê şehîd bû, daxuyaniyek da. Fermandariyê destnîşan kir ku şehadeta bav û çeka xwe di yek çeperê de rastiya welatparêziyê, girêdana bi azadiyê û axê re ye.

Daxuyanî wiha ye:

Berxwedana Serdemê bi nivîsandina destanên qehremanî, bi rihê şervanên dilpakên axê, bi rihê gelê berxwedêr 53 roje li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, çeteyên girêdayî wê DAIŞ’ê, El-Nusra û El-Qayîdê berxwedanekî bê hempa ber dewam dike.

Gelê Efrînê bi sed salane civakek bi çanda civakbûyîn û berxwedanê li ser vê axê kok daye û bi keda xwe, bi girêdana xwe ya bi axê re mezin bûye. Li ser vê bingehê xwe zaniye û dîroka xwe naskiriye. Di dîrokê de her tim bi sekna xwe ya bi rûmet li hemberî desthilatdaran di nava tekoşînê de bûye. Kesayetên ku li ser vê axê jî mezin bûne û şekil girtine îro di cîhanê de bi şopdariya civaka axlaqî û polîtîk heqîqeta di rêya azadiyê de pejirandiye. Weke şenber jî di Bakûrê Sûriyê de, di tekoşîna azadiyê de seknên şoreşgerên vê gelî de derket holê ku şopdariya heqîqetê bi çi rengî tê kirin û li ser vê axê divê çawa werê jiyankirin nîşanî tevahî cîhanê dane.

Rastiya vê heqîqetê îro li herêma Efrînê tê jiyankirin û giştî cîhan dibîne ku dewleta Tirk ceteyên DAIŞ, El Qayîdê El-Nusre weke êrîşî ser dewletekê bikin êrîşî Efrînê û gundewanrên wê dikin. Bi hemû teknîka xwe ya pêşketî û bi hezaran çeteyan êrîşî ser gelên Efrînê dikin. Di rojên berxwedanê yên 51, 52, 53 de jî dewleta dagirker bi balafir, tang û topên xwe dîsa êrîş di heman astê de li ser Cindirêsê dikir. Şervanên me bi rihekî fedayî şer kirin û canê xwe kirin sîper. Di van pevçûnan de şehîd û birîndar jî çêbûbûn. Di roja 51 de dema êrîş bi dijwarî berdewam dikir rêhevala me ya ragihandina YPJ‘ê ya Efrînê heval Rohenda Xemgîn dema şer dişopand bi êrîşên hawayî gihîştibû şehadete. Di wan kêliyan de bavê heval Rohenda Mihemed, bavê azad, îsrar dike ku li wê qadê bimîne, tevlî şer bibe û tekoşîn bike. Li wir dimîne û tevlî pevçûnan dibe û li gel keça xwe di çeperên berxwedanê de şer dike û dighêje şehadete. Li vir asta ku derdikeve pêş rastiya welatparêziyê, girêdana bi azadiyê û axê re ye. Ger ku mirovahî ev zilm qebûl nekir yê li hemberî van êrîşên bê exlaq û bê pîvan her wiha bê edalet jî bê deng nemîne û li vir bi heqîqeta civaka berxwedêr re girêdan di kesayeta bav û keçekê de zelal tê jiyan kirin. Ev sekna lehengî û qehremantiya gelê Efrînê ye. Ev sekina di azadiyê de îsrar kirinê ye. Ev sekin banga bilindkirina berxwedanê ye. Em li hemberî şehadeteke wiha mezin û bi nirx soza bilindkirina tekoşînê didin gelê xwe.

Heval Rohenda keçek di rastiya civakekî wiha xurt de mezin dibe. Kesayeta rêheval Rohenda hêjayî vegotinê ye. Hevaleke di jiyan, kar û xebatên xwe de bi rihekî paqij, hevalbendî hembêz dikir. Di jiyanê de bi moral û kelacana xwe her tim mînak bû. Her kêliya jiyana xwe bi afirandina kesayeteke azad re neqişandibû. Bi rihê xwe yê ciwantiyê şoreş jiyan dikir û dida jiyan kirin. Ew di şopa xuşka xwe Denîz de meşiya. Xuşka Rohenda di berxwedana Helebê de gihîştibû şehadetê.

Em weke fermandarî û weke rêhevalên wan û weke şervanên vê dozê, em ê vê weke xetekê ji xwe re esas bigrin û bikin bingeha tekoşîna azadiyê. Di vê rêkê de tekoşîn kirin ji bo me rêyekek jênevegere. Em soz didin gelê xwe em ê heya dawî li berxwe bidin û di şopa şehîdan de bimeşin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …