Şedadê cenazeyê şehîdê xwe spart axê

HESEKÊ – Şêniyên navçeya Şedadê û gundewarên wê cenazeyê şervanê YPG‘ê Xelef Humis (Şam) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, li goristana şehîdan a navçeyê oxir kirin.HSK-MERASIME-SEDADE (4)

Welatiyan cenaze ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekî erebeyan ber bi navçeya Şedadê ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîmeke hate lidarxistin û bi tûraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ û YPG‘ê ve dest pê kir.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Sîham El-Ehmed sersaxî ji malbata şehîd Şam re xwest û anî ziman ku serkeftinên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê pêk hatine, berhemên xwîna şehîdan e.

Di merasîmê de, ji fermandarên YPG‘ê Mecid Şedadê axivî û anî ziman ku berxwedana Efrînê bi saya hevgirtina gel û şervanan wê tekez bi serkeve û destnîşan kir ku hemû şervan amade ne biçin Efrînê û li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê şer bikin.

Nasnameya şehîd Şam hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Şervanên darbestê hevriyê xwe bi dirûşmeyan spartin axê.

Check Also

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!

Di şoreşa Rojava de yekîtiya gelan bi pergala modernîteya demokratîk re şênber bû. Jinên Kurd …