Sêbira.. şopa rizgarkirina Efrînê didomînin

3 birayên ku 58 rojan di Berxwedana Serdemê de li hember êrîşên dagirkeriya Tirk bi lehengî li ber xwe dan wiha gotin: “Me bi çekên sivik li hember balafiran şer dikir. Em ê bi rihê Berxwedana Serdemê Efrînê rizgar bikin.”

Sala 2011’an destpêka xebata Mihemed û Mêrvan Resûlo di nava tevgera şoregerî ya Rojava de bû û piştre xwîşka wan Fatme Resûlo beşdarî nava xebata wan bû û hersê xwîşk û bira riya ku destpêkirine heta niha berdewam dikin.

Mihemed Resûlo (Ararat Agirî), Mêrvan Resûlo (Botan Çiya) û Fatme Resûlo (Ronahî Botan) xwîşk û birayên hevûdu ne û li gundê Keferdelê ya navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ji dayîk bûne û di nava malbateke welatparêz û şoreşger de ku xwedî kedekê ye ji bo serkeftina daza Kurdî, mezin dibin.

Çîroka hersê xwîşk û bira yek ji hezaran çîrokên Efrînê ne yên ji destpêka şoreşa Rojava û beriya wê ve.

Ararat û Botan niha di nava xebatên Yekîneyên Parastina Gel de dixebitin û di destpêka avakirina YXG’ê de ya sala 2011’an de beşdarî nava xebatên parastinê bûn.

Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di sala 2012’an de hate avakirin, herdu bira beşdarî nava xebatên wê bûn û cihên xwe di eniyên berxwedanê yên bajarê Helebê û Efrînê de û li gundê Dêwa yê navçeya Cindirêsê û Qestel Cindo yê navçeya Şera di sala 2013’an de cih girtin û li dijî komên çete yên girêdayî artêşa dagirker a Tirkiyeyê li ber xwe dan.

Di wê demê de xwîşka wan bi çûk bû û ji ber temenê xwe nikaribû beşdarî nava xebatên parastinê bibe û piştî 18 salên xwe derbas kirin tavilê beşdarî nava xebatên YPJ’ê bû.

Ronahî bi şehadeta Şehîd Çekdar gelekî bi bandor bû ku li ser destên xayînên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) di sala 2012’an şehîd bibû û piştre şehîd Ronahî ku li eniya Cindirêsê di sala 2013’an de şehîd bibû û li ser vê yekê navê Ronahî weke navê xwe yê tevgerî hilbijart.

Ronahî di sala 2015’an de beşdarî nava xebatên parastinê yên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dibe.

Hersê beşdarî berxwedana serdemê dibin

Şervanê YPG’ê Ararat cihê xwe di eniyên berxwedanê yên navçeya Mabeta de li gundên Badîna, Kaxirê û Şîtka de digirt û li gundê Badîna li dijî dagirkeran berxwedaneke mezin dane meşandin.

Birayê din Botan cihê xwe di eniyên berxwedanê yên li navçeya Şera de digirtin û li vir birîndar dibe û piştre li nexweşxaneya Avrînê tê dermankirin û piştî birîna wî tê kewandin careke din berê xwe dide eniyên berxwedanê.

Xwîşka wan Ronahî jî cihê xwe li eniyên berxwedanê yên navçeya Cindirêsê digire û di parastina hevalên xwe de bi roleke mezin radibe.

Di berxwedana serdemê de hersê xwîk û bira hertim di nava têkliyan de bûn û moralên hevûdu bilind dikirin. Fermandarên leşkerî gelek caran ji wan xwestin ku yek ji wan vegere mala xwe, lê ew ti carî razî nebûn û xwestin berxwedana xwe berdewam bikin.

Bav û dayîka wan Îbrahîm Resûlo û Hêvîn Resûlo bi serfirazî moralên zarokên xwe bilind dikirin û serê xwe bi wan bilind dikirin.

Hêvîn Resûlo diyar kir ku ew bi zarokên xwe serbilind de û hêviya wê ya rizgarkirina Efrînê di demeke zû de mezin e.

Durişmeya wan hevbeş bû: Em fedekarê wê ne

Hersê xwîşk û bira li hemberî hovîtiya çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li ber xwe dan û diyar dikin ku ew ji xwîna şehîdan hêza xwe werdigirin û dê heta dawî li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li ber xwe bidin.

Hersê xwîşk û bira axivîn û diyar kirin wan bi çekên sivik li hemberî teknolojiya artêşa Tirk li ber xwe didan û di encama hovîtiya artêşa Tirkiyeyê de geleke malên welatiyan hilweşiyan û bi sedan sivîl şehîd bûn.

Niha hersê xwîşk û bira li kantona Şehba di nava kar û xebatan de ne û diyar kirin ku dê beşdarî hemleya rizgarkirina Efrînê bibin.

 

#قسم_الإعلام

#مكتب_العلاقات_العامة_لوحدات_حماية_المرأة_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …