Sê qenasên DAIŞ’ê yên sivîl hedef digrtin hatin kuştin

REQQA– Çavkaniyên QSD’ê y ên li eniya rojava ya bajarê Reqqayê gotin ku şervanên wan 3 qenasên DAIŞ’ê yên sivîl û şervanan hedef digrtin kuştin.

Şervanên QSD’ê yên li taxa Qadisyê ya Reqqayê diyar kirin ku şervanaên wan di şerê ku duh ji saetên derengî şevê dest pê kirin û heta vê sibê dom kir ,  şervanan 3 qenasên DAIŞ’ê yên çalakiya rizgarkirina sivîlan a li nêzî taxa El-Diriya gulebaran dikirin, kuştin.

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyên DAIŞ’ê bi mayîn û qenasên xwe sivîlên ku berê xwe didin şervanên QSD’ê hedef digirin û tekez kirin ku ev yek hemeleya rizgarkirina bajarê Reqqa dereng dixe.

Di çalakiya rizgarkirina sivîlan ku şevê din li taxa El-Diriye ya Reqqayê de pêk hat, qenasên DAIŞ’ê hejmarek sivîl û 2 şervanên QSD’ê birîndar kirin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …