Sê Jin Sê Netew Yek Doz

( Gundê Baxoz- DÊRAZOR)                                               

Di Hemleya dawî ya Bagera Cizîrê de tevlîbûna YPJ’ê ya bi çekên giran didome.Tîmek li ser doşkayêne sê şervan ji sê netewan pêk tê, bi hev re di pêngava dawî ya Bagera Cizîrê de şer dikin. Yek Tirk yek Ereb û yek ji wan Kurd e.                                               

Em Ji Bo Tekoşîneke Hevpar Ya Gelan Şer Dikin”                                                                              

Di nav wan de şervana YPJ’ê bi navê Amargî Osmaniyê, yekbûyîna vê tîmê nirxand û wiha got;” Em li ser doşkaya 23’ê ne. Em tevlî pêngava Bagera Cizîrê bûne. Ji sê netewên cuda, sê jin di heman  qadê de ji bo tekoşîneke hevpar ya gelan şer dikin. Yek kurd yek tirk û yek jî ereb. Her çiqasî di milê ziman de zehmetî tê kişandin jî tê xuyakirin ku ji bona me cudahiya netew, ziman û reng nîne. Me wekî hevalên jin rihê yekbûyînê di nav xwe de avakiriye. Ev hêz û yekbûyîna rih bingeha xwe ji ku digre? Ev jî bingeha xwe ji bîrdoziya Rêber Apo digre. Ew rewş bi taybet di Hêzên Sûriye Demokratîk de derdikeve. Ev her sê netew û zimanê wan cuda lehev dikin û dikarin yekbûyînekî avabikin.  Bi hev re û hevbeş  karkirin bi awayakî komînal jiyan kirin bi hav re kar dane meşandin,  heta  bi hev re çek paqijkrin  ev dibe ku tiştekî biçûk be jî lê belê  wateya wê pir cuda ye. Bi taybet jî divê tekoşînê de tevlîbûna hevalên jin yên ereb ji bona me wateyekî cuda ye. Me bi çavên xwe dît ku jinên ereb di çi rewşê de bûn  tundiya ku li ser wan dihat meşandin, bi taybet  ji  êrişên çeteyên Daiş’ê û zextê malbatê  li ser wan dihat kirin dema ku  mirov rewşa wan di nava civakê de dibîne û rewşa wan a niha di nava YPJ’ê de meyze dike gelek cudahî heye. Ji ber ku di nava YPJ’ê de, ji xwe bawerbûyîn û vîna jinên ereb derdikeve holê. Meyzekirina wan berfirehtir dibe. Mirov vê di qadê şer de, şerê wan, tevlîbûna wan û tekoşîna wan de xûya dibe û bala mirovan dikşîne.                               

Dema ku em dîrokê meyze dikin di jina Kurd de danehevekî heye û wê derxistine  holê  di qadên azadiyê de ye. Li vir hîn zêdetir ber bi azadiyê ve pêş de çûyîn , danehevên  xwe  di jiyanê de diteyîsînin, di  jinên  nava ypj’ de mirov vê dibîne û bala mirov dikşîne, dema ku mirov  vê dibîne mirov ji wan hêz digre û dixwaze bi wan re jiyan bike, bi wan re tekoşîn bike û tama jiyanê bigre.”

” Di Tîma Me De Rihê Hevaltî Heye Em Yekin”                                                                        

Şervanên  Ereb Eylem Êlîn jî axivî û wisa got; ” Em sê heval li ser doşkayê ne. Ez di nav wan de ereb im. Di tîma me de rihê hevaltî heye em yek in. Em li ser doşkayekî kar dikin. Dema ez hatim min hevalekî kurd û hevalekî tirk naskir li ser doşkayê bûn ez jî niha bi wan re me, ev ji bo min baş bû. Em jiyana xwe bi hev re parve dikin û bi hev re cihê xwe di cepha de digrin. Destpêkê dijmintiyekî di nav kurd û ereb de hebû pişt re dema me wan baş naskir me hevalên kurd û hevalên tirk dîtin ji bo me pir baş bû. min dibihîst ku di nav ereban de mafekî kurda nîne. Çima yanî mafekî kurda nîne? Min hevalên kurd pir hez kir.                                            

Jin tevlî YPJ’ê dibe ji ber sedemekî pir mezin heye.  Ji ber civak pir êşkence û zextê li jinê dike. Ji ber wê jî YPJ’ê hat û dît yanî YPJ’ê ji bo zilmê hate. Mirov hîs dike ku YPJ ji bo rastiya jinê derketiye. Civakê jî di nava YPJ’ê de rastî û hêza jinê dît.”           

“Şehîd Zîlan, Şehîd  Bêrîtan, Şehîd Sara”

Herî dawî şervana kurd Tolhildan Amed, sedemên tevlêbûna wan anî ser ziman û wiha got ;” Me cihê xwe hemleya dawî ya bagera Cizîrê de girtiye. Em tîmekî sê kes in. Her yek netewek e. Ez kurd im. hevalên dîtir yek ereb û yek jî tırk e. Hevala tirk deshilatdariya dewleta tirk qabûl nekîriye tevlî YPJ ‘ê bûye, hevala ereb jî hem di civakê de hem jî di dema Daiş’ê de jî ew zilma ku jiyan kiriye xwest bi tevlîbûna xwe YPJ ‘ê re koletiya ser xwe rake û li hemberî zilm û koletî  tekoşîn bike. Bi îradeya xwe azad  xwe rêve bibe. Sedema telîbûna min jî ez tekoşîna jina kurd ya bi sala bandor bûm dixwazim jinên tekoşer weke Şehîd Zîlan, Şehîd  Bêrîtan, Şehîd Sara bibin şopdarê wan. Em niha jî ber bi bajarê Hejînê ve diçin. Em bi hev re soza xwe doza xwe bikin yek û  çeteyên Daiş’ê  bi hişmendiya wan ve bi dawî bikin.”                                                              

Navenda Ragihandina YPJ’ê

Check Also

Ji bîra Şer, Bîranînek

  Hêvîyên Rojê   Heval Newroz, Amara û Rojava… Ev her sê lehengên Kobanê ne. …