QSD′ê bîlançoya şerê 3′yê Sibatê eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina QSD′ê bîlançoya operasyonên leşkerî yên 3′yê Sibatê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya navenda Ragihandina QSD′ê bîlanço wiha ye:

Eniya Raco

Şevê din saet 17.00′an herêma Raco bi çekên giran ji aliyê Artêşa Tirk a dagirker ve hat hedefgirtin. Her wiha gundên Cela, Canka, Ceqmaqa û girê Bêla saet di 20.00′an de rastî bombebarana balefirên Tirk hatin.

Îro saet derdora 11.00′ê sibehê de jî artêşa dagkirker û çeteyên wê derdora herêma Raco topbaran kirin.

Eniya Cindirêsê

Şevê din Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên El-Qayîde hewl dan li gundên Aşkan Xerbî, Hemam û çiyayê Bîrqedar pêşve biçe. Ev hewldan rastî bersivdayîna şervanên QSD′ê hat û kuştiyên çeteyan çêbûn. Piştî ku hewldan hat têkbirin, balafirên Tirk herêm bombebaran kirin da çeteyên xwe xelas bikin.

Eniya Şera

Îro saet di 12.00′ê nîvroj de, hêzên QSD′ê tevgera Artêşa dagirker a li ser sînor şopandin, alaveke rûxandinê ya Artêşa dagirker hedef girtin û bi temamî rûxandin.

Şervanên YPJ′ê îro saet di 01.00′ê nîvroj de li dijî tankeke Artêşa dagirker operasyoneke taybet li dar xist û tank bi temamî rûxandin. Operasyon bi dîmen hat belgekirin.

Eniya Raco

Îro ji saetên sibehê ve Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin li eniya girê Kevirê Ker pêşve biçin. Şervanên QSD′ê bersiva vê hewldanê dan û li herêmê şer derket. Şer didome û Artêşa dagirker derdora girê Kevirê Ker topbaran dike.

Girê Spî

Duh komeke çete ya girêdayî dewleta Tirk hewl da derbasî bajarê Girê Spî bibe. Ev hewldan ji aliyê şervanên QSD′ê ve hat bersivandin. Di encamê de hewldan hat şikandin û 4 çete hatin kuştin. Çeteyên din jî ber bi sînorê Tirkiyeyê ve reviyan.″

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …