Salek beriya niha artêşa Tirk stasyona trênê ya dîrokî rûxand

Artêşa Tirk a dagirker salek beriya niha stasyona trênê ya Efrînê ku dîroka wê vedigere sala 1911‘an, rûxand.EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 20‘ê Çileya 2018‘an bi hemû çekên giran êrîşî kantona Efrînê kir. Komkujî li dijî sivîlan pêk anîn û deverên dîrokî, goristan û saziyên xizmetguzariyê û xweza wêran kirin.

Hêzên dagirker 17‘ê Sibata heman salê de bi balafiran stasyona trênê ya dîrokê ya di navbera Heleb û Tirkiyê de ya li gundê Aster ê Efrînê ku dîroka wê vedigere sala 1911‘an, rûxand.

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê, di êrîşên xwe yên li ser Efrînê de 6 komkujî pêk anîn. Di encamê de bi dehan welatî û koçber bûne qurbanî.

Niha li Efrînê rojane binpêkirin û sûc têne kirin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …