Rojnameger Tolhildan sembola berxwedana rojnamevanan e

 

EFRIN-POTRA-SEHID-REGHANDINE-YPG (2)

Pêkhateyên herêma Efrînê li hemberî êrîşên balefir û tankên artêşa dagirker a Tirkyeyê bi lehengî li ber xwe didin û dîrokê bi xwîna berxwedêran dinirîsin. Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo parastina welatiyên herêmê bi fedekarî tevdigere.

Şervanê bi nave Ocalan Xelîl (Tolhildan Welat) bi temanê xwe 18 salî ye û ji welatiyên navçeya Bilbilê ya devera Reco ya herêma Efrînê ye. Ocalan Xelîl di nava malbateke welatparêz de 5 xurt û keçekê de mezin dibe.

Têkoşer Tolhildan Welat bi dilgeşiya xwe dihat nasîn û xwedî moralên bilind bû, tevî ku ciwanekî di destpêka temên xwe de ye bi rihê berpirsyariyê tevdigeriya û her tim di misyonên dijwar de navê xwe pêşniyar dikir.

Têkoşer Tolhildan Welat ji destpêka çirûska şoreşa Rojava ve beşdarî nava xebat û çalakiyên ciwanan bû û bi sedan ciwanên Rojava birêxistin kirin û girîniya qonaxa şoreşgerî bi ciwanan da nasîn. Her wiha beşdarî gelek perwerdeyên fikrî û bîrsozî bû.

Têkoşer Tolhildan Welat bi armanca rastiya berxwedana herêmê bi cîhanê bide nasîn beşdarî perwerdeyên ragihandinê dibe û bi destpêka êrîşa artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li dijî Efrînê kamîreya xwe radike û berê xwe dide eniyên berxwedanê.

Têkoşer Tolhildan Welat cihê xwe di nava ragihandina YPG’ê digire û gelek wêne û dîmenên berxwedanê ragihandin û rastiya hovîtiya çeteyên girêdayî Tirkiyeyê riswar kirin.

Têkoşer Tolhildan Welat di demeke kurt de gelek zaniyaî û lêhûrbûnên çapemeniyê wergirtin û bi pisportî rastiya berxwedana Efrînê ragihand. Li rex rewşa berxwedana serdemê li Efrînê di 22’yê Çilê de leşkerên artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi balefir û çekên giran êrîşî gundê Qestel Cindo ya navçeya şera ya herêma Efrînê kirin û di encama êrîşê de Têkoşer Tolhildan Welat derket asta şehadetê.

Cenazeyê şehîd Tolhildan Welat bi merasîmeke bi heybet di 23’yê Çileyê de li Mezara Şehîd Refîq a li gundê Metîna hate oxirkirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …