Rewşa dawî ya Reqa: 78 çete hatin kuştin

REQA – Di şerê ku ji duh nîvro de li 6 taxên Reqayê qewime 78 çete hatin kuştin, termê 30 ji wan di destê şervanên QSD`ê de ye.

Hemleya rizgarkirina Reqayê gav bi gav pêş dikeve û şer dijwartir dibe. Di vê çarçoveyê de ji duh nîvro ve şer li gelek taxan diqewime. Li taxa Mansûre ya rojhilatî bajêr şerekî dijwar  derket, di encamê de 12 çete hatin kuştin û erebeyeke bombebarkirî beriya ku bigihêje hedefa xwe ji aliyê şervanan ve hate ruxandin. Tu ziyan negihîşt şervanan .

Dîsa li rojhilatî bajêr li taxa Reşîd, di encama şer de 17 çete hatin kuştin, erebeyeke bombebarkirî hat ruxandin.

Li navenda bajar jî li taxa Rewda di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şer derket, li vir jî 7 çete hatin kuştin û fabrîqeyeke çêkirina erebeyên bombebarkirî hat ruxandin.

Li taxa Nezlit Şehade ya başûrî bajêr jî şer giran bû û 29 çete hatin kuştin, termê 27 çeteyan tevî cebilxaneyan wan û depoyekî cebilxanê ketin destê şervanan.

Li taxa Deriyê ya rojavayî bajarê jî şerekî giran rû da, 5 çete hatin kuştin, termê 3 ji çeteyan ketin destê şervanan. Li vir jî şervanan erebeyeke bombebarkirî zeft kirin.

Li taxa Berîd ya bakurî bajar jî û di encama şer de 8 çete hatin kuştin

Di encama şêrê ku ji duh nîvro de li 6 taxan qewimî 5 şervanên QSD’ê  şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

#Beşê_Ragihandinê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …