DÊRAZORÊ – Rêjîma Baas êrîşî çeperên Şervanên QSD′ê kir, di encamê de 4 şervanên QSD′ê birîndar bûn.
Îro di saetên nîvro de rêjîma Baas li Dêrazorê çeperên şervanên QSD′ê yên li depoyên genim (sewami) yên dikevin bakur rojavayê bajarê Dêrazorê û nêzî şirketa şekir bi obusan hedef girt. Di encamê de 4 şervanên QSD′ê birîndar bûn.
Êrîş rastî bersivdayîna şervanan hat.