????????????????????????????????????

Rêdûr Xelîl: Derbarê bikaranîna çekên qedexekirî li Efrînê lêkolîn dewam dikin

GIRÊ SPÎ – Berpirsê Têkîliyên Giştî yê Hêzên Sûriyê Demokratîk(QSD) Rêdûr Xelîl diyar kir ku ew texmîn dikin ku dewleta Tirk di êrîşên  Ii ser Efrînê de çekên qedexekirî bi kar aniye. Xelîl tekez kir ku pispor vê bûyerê lêkolîn dikine da ku werî îsbatkirin.

Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) îro bi civîneke çapemenî encamên Berxwedana Serdemê ya hefteyekê eşkere kir.

Piştî civînê, Berpirsê Têkîliyên Giştî yê QSD`ê Rêdûr Xelîl ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew texmîn dikin ku dewleta Tirk di êrîşa li ser Efrînê de çekên ku di qada naventeweyî qedexe ne bi kar aniye, mîna Napalim û Bombeyên Miskêtê.

Xelîl di berdwamiya axaftina xwe de gotʺPispor niha  bûyera bikaranîna çekên qedexekirî lêkolîn û belge dikin û paşê em ê encamên wê bi raya giştî re parve bikin.ʺ

Rêdûr Xelîl egera bikaranîna van çekan wiha rave kirʺDewleta Tirk bi armanca tirsandin welatiyan û pêşeketina di eniyên leşkerî de, çekên qedexekirî bi kar anî. Lê şervanên me li hemberî êrîşan berxwedaneke bê hempa nîşan da û berxwedanî dewam dike.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …