Rastiya çeteyên Tirkiyê wiha ye!

TEBQA- Zarokê bi navê Hemze Ebdulhemîd El-Şêx (14) ê ji nava komên çete yên girêdayî Tirkiyê veqetiya got ku di herêma di navbera Ezaz heta Cerablus û Babê gelek zarokên ku çeteyan ew xistina nava xwe de hene û destnîşan kir ku di şerê navxweyî yê çeteyan de gelek sivîl hatin kuştin.

Hemze Ebdulhemîd El-Şêx (14) di destpêka dema şer ket bajarê Tebqa tevlî malbata xwe ji bajarê xwe Tebqa ber bi Ezazê ve koçber bû û xwestin ji vir derbasî aliyê Tirkiyê bibin. Piştî çend hewldanan ku ne karîbû derbasî aliyê Tirkiyê bibin neçar dimîne ku tevlî komên çete yên herêmên Şehbayê dagirkirine, bibe.

Tevlîbûana Hemze bi destpêka Tebaxa 2016ʹan de dema dewleta Tirk û çeteyên wê bi îdaya ku şerê DAIŞʹê dikin, dest bi dagirkirina herêmê kirin pêk hat. Di wê demê de hate gotin ku piraniya fermandarên çeteyên Tirkiyê ji endamên DAIŞʹê ne.

Hemza wekî gelek zarokên din bi pereyan hate xapandin û tevlî komên çete bû. Çeteyan ji bilî hemze gelek ciwanên temenê wan di navbera 14 û 17 salan tevlî xwe kirin. Hemza jî wekî gelek zarokên din bi armanca qezenckirina pereyan û peydakirina debara jiyanê ya malbatê tevlî bû.

Hemze endamekî tabûra koma çete ya bi navê Ehrar El-Tebqa de cih digirt. Hejmarek ji endamên koma navborî ji çeteyan veqetiyan û xwe radestî hêzên QSDʹê yên Tebqa û bandava Firatê di 10 gulana derbasbûyî de rizgar kirin bûn.

Komên çete gelek soz dan Hemze û kesên din ên tevlî çeteyan bibû û ji wan re digotin ku dê Tebqa, Reqqa û Dêra Zorê jî ji çeteyên DAIŞʹê rizgar bikin. Çeteyan ev soz di dema ku bi tu awayî bi çeteyan re şer ne dikirin pêk dihat. Lê ya rast çeteyan bi tu awayî bi çeteyan re şer ne dikir, lê belê herêm radestî hev dikirin.

Kesê bi navê Mihemed ku li bargeha çeteyên bi navê Ehrar El-Tebqa ya li bajarê Ezazê nobedarî haristî dikir got ku çeteyan zarokên temenê wan kêmî 18 salan jî tevlî xwe dikirin û bê ku wan perwede bikin jî erkên şer didan wan.

Çeteyan bi van kiriyarên xwe yasayên navdewletî ku tevlîkirina zarokên temenê wan kêmî 18 salan a di qadên şer de qedexeye.  Lê çeteyan ev yek pêk tanî û zarok tevlî xwe dikirin.

Zarokê bi navê Hemza da zanîn koma bi navê Lîwai Ehrar El-Şam a girêdayî Qaîda li wan herêman zarokan perwerde dikin.

Li herêmê di navbera komên çete de şer derdikeve û herî zêde welatiyên sivîl dibin qurbaniyên wî şerî. Hemza têkildarî mijarê got ku şerê wan her dem li ser desthiladariyê û destnîşan kir ku ji ber şerê navxweyî wî biryar da veqete û vegere Tebqayê.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …