Qurbaniyên 9 rojên hovîtiya Tirkiyeyê li dijî Efrînê hate eşkerekirin

EFRÎN – Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn û Meclîsa Tenduristî ya kantona Efrînê hejmara birîndar û şehîdên 9 rojên hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li dijî Efrînê di civîneke çapemeniyê de eşkere kir.

Berxwedana serdemê ya Efrînê di roja xwe ya 10’emîn de li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê berdewam dike. Bi armanca eşkerekirina hejmara qurbaniyên hovîtiya artêşa Tirk Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn û Meclîsa Tenduristî ya kantona Efrînê civîneke çapemeniyê lidar xistin.

Di destpêka civînê de Endamê Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn Dr. Ciwan Mihemed daxuyaniyek xwend û têde destnîşan kir ku hemû şehîd û birîndarên sivîl ji aliyê tank û balefirên artêşa Tirk ve hatine armanc girtin.

Dr. Ciwan Mihemed got ku gelek birîndar li ser riya nexwşxaneyê şehîd bûne û got ku gelek cenazeyên şehîdan parçe bûne û da zanîn ku gelek ji şehîdan koçberên ji Idlibê, Heleb, Til Qirah û Dêrcemalê hatine.

Dr. Ciwan Mihemed di axaftina xwe de wiha got: “Komkujiya ku li gundê Gobelê ya navçeya Şêrewa pêk hatiye agahiyên baş di derbarê wê de nehatine wergirtin ji ber ku hejmara şehîd û birîndaran zêde ye û ji ber giraniya birînên birîndaran nasnameyên wan nehatine zanîn.”

Dr. Ciwan Mihemed got ku li gorî agahiyên hatine bi dest xistin li cihê komkujiya gundê Gobelê 25 kesan jiyan dikir û ji van 7 birîndar rewşa wan giran e û 8 şehîd in û yên din jî hêjî di bin bermahiyên hilweşandî de ne û derxistina cenazeyan berdewam dike.

Hevseroka Meclîsa Tenduristî ya kantona Efrînê Dermansaz Anjêla Reşo diyar kir ku duh li navçeya Bilbilê artêşa Tirk şivanek armanc girtiye û di encamê de şehîd bûye her wiha keçeke 15 salî ya bi navê Zekiye li navçeya Mabeta şehîd bûye.

Anjêla got ku hejmara giştî ya 9 rojên êrîşa hovane ya artêşa Tirkiyeyê 153 birîndar in û ji wan 30 jin û 26 zarok in û hejmara şehîdan jî 60 e û ji wan 12 jin in û 19 zarok in.

Hevseroka Meclîsa Tenduristî ya kantona Efrînê Dermansaz Anjêla Reşo bang li hemû rêxistinên mirovahiyê kir ku alîkariya wan bikin ji ber ku rewşa piraniya birîndaran giran e.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …