QSD:Hevgirtina eşîran hewldana fitneyê hilweşand

Fermandariya Giştî ya QSD’ê got: “Bûyerên li Dêrazorê pêk hatine, parçeyek ji plana demdirêj e ku li pişt wê rejîma Sûriyê û dewleta Tirk e yên piştevaniyên  sereke yên şaneyên DAIŞ’ê ne. Bi saya hevgirtin û hembêzkirina eşîreyan li dora hêzên me agirê fîtneyê hat vemirandin.”

Îro Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) daxuyaniyeke nivîsî der barê bûyerên di çend rojên borî de li Dêrazorê pêk hatine da.

Di daxuyaniya fermandariya QSD’ê de wiha hate gotin:

BÛYERA LI DÊRAZORÊ PÊK HATIYE PARÇEYEK JI PLANA DEMDIRÊJ E

“Tişta li Dêrazorê bûye ne plana saetekê yan jî demkî bû ku gelek rûspî û şêxên eşîreyên li herêmê hatin hedefgirtin. Lê belê parçeyek ji plana demdirêj a hêz û aliyên dijberê rêveberiya herêmê ne. Her wiha ew hewl didin şêniyên herêmê li dijî Rêveberiya Xweser derxin û tevliheviyê çêkin. Ev plan bi hemleya têkbirina DAIŞ’ê li gundewarên Dêrazorê dest pê kir û asta wê piştî şerê berîka dawîn a DAIŞ’ê gurtir bû. Çima na, û DAIŞ destê wan a dirêj bû ku bi rêya lîstokên wê yên qirêj ên li dijî şêniyên herêmê û rêveberiya wê ya sivîl sûcên xwe pêk dianîn. Her wiha hê jî şaneyên veşartî, piştî qutkirina wî destî û têkbirina wê bi temamî, li tevahî herêmê hene.

ÊDÎ EŞKERE BÛ KU REJÎMA SÛRIYÊ Û DEWLETA TIRK PIŞTEVANIYA ŞANE Û BERMAHIYÊN DAIŞ’Ê DIKIN

Ew şaneyên ji bermahiyên DAIŞ’ê hewl didin tevliheviyê çi bi rêya hedefgirtin çi jî bi rêya parpoganda, çi mayînkirinê, pêk bînin. Di serî de ew şane girêdayî rejîma Sûriyê û hevalbendên wê ne. Her wiha ji aliyekî din ve jî dewleta Tirk û çeteyên wê jî roleke bingehîn di tevliheviya herêmê de dilîzin. Ji ber hejmareke mezin ji çeteyan ji şêniyên vê herêmê ne û berê di nava Artêşa Azad û Cebhet El-Nusra de bûn.

PLAN BI HEDEFA DERBEKIRINA AŞTIYA DI NAVBERA ŞÊNIYAN DE YE

Wan hêzan bi rêya planên xwe ewlehî, aştiya şêniyan, xirabkirina rewşa xizmetguzarî û rêveberî, lawazkirin, afirandina fîtneyê di nava eşîreyên herêm û rêveberiya sivîl de, hedef girtin. Her wiha hewl da eşîreyan li dijî hev rakin û li dijî QSD’ê û hêzên Koalîsyona Navdewletî jî rakin.

REWŞA KRÎZÊ, TEVAHÎ PÊKHATEYÊN EHRÊMÊ ARMANC DIKE

Em Fermandariya QSD’ê ya Dêrazorê piştrast dikin ku rewşa alozî û tevliheviya li herêmê ne tenê li dijî eşîreyekê ye, li dijî tevahî pêkhateyên herêmê ye. Nimûneya wê jî, hedefgirtina şêniyên me ji Qamişlo heta Dêrik û Eyn Îsa ji salan ve ye, her wiha di vê dawiyê de bi firokeya bêpîlot 3 jin li Kobanê hatin hedefgirtin, li aliyekî din jî DAIŞ şêniyên me li Dêrazorê hedef digire. Bi wê re jî tişta ku rû dide, parçeyek ji bername û planeke lêkolînkirî ya demdirêj ji hêla tevahî hêzê û aliyên sûdwar ve ye, di serî de jî dewleta Tirk û rejîma Sûriyê, hema bi piştevaniya wan a yekser ji DAIŞ’ê re û ya neyekser.

HEVGIRTINA EŞÎRE Û ŞÊNIYAN BI HÊZÊN ME RE EV PLAN HILWEŞANDIN

Kesên gotegotan belav dikin ku hêzên me av alozî pêk aniye û eşîreyên herêmê daxwaza derketina wan ji herêmê kiriye, ev tevah derew in. Berovajî wê kesên dixwestin digihînin armancên xwe nikarin bigihîştan, ji ber kesên vê herêmê bi rê ve dibin şêniyên wê ne, bi xwe parastina xwe û rêxistina xwe dikin, her wiha têkiliya QSD’ê ya xurt bi eşîre û rûspiyan re heye.  Anku tê wateya hevgirtina eşîre û şêniyên li herêmê li dora QSD’ê û meclisên xwe yên herêmê sedema sereke ya binxistina van planan e.

JI BER HÊZÊN ME DI NAVA HEMÛYAN DE TÊ PÊŞWAZKIRIN, RASTÎ HEMLEYÊN REŞKIRINÊ TÊN

Sedema bingehîn a ku hêzên me rastî hedefgirtina yekser a çapemenî û hemleyên reşkirinê tê, ji ber ku tevahî pêkhateyên li herêmê li hember wan rêzdar in û binyada wê xurt e. Bo nimûne “dara biberhem tê kevrkirin”. Her wiha ev hêz rastî propagandayên rewşkirinê ku tu bingeha wê tune tê, ew jî bi hedefa rewşkirina rûyê hêzên me li gel raya giştî ya herêm û cîhanê ye.

EM PIŞTRAST DIKIN KU DI HEMLEYÊN XWE DE JI BILÎ ŞANEYÊN DAIŞ’Ê HEDEF NAGIRIN

Em careke din dûbare dikin ku QSD’ê ji bilî hedefgirtina rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst û şaneyên wê yên veşartî ku li seranserî vê herêmê belav bûne, kesek jî hedef negirtiye, bi taybet ji ber ku vê rêxistinê destpêkê şêniyên vê herêmê û eşîreyên wê ve hedef girtin. Her wiha bi destê DAIŞ li dijî eşîra Şiêtat komkujî pêk anî û bi sedan şêniyên herêmê bûn qurban. Bi wê re eşkere dibe ku ev hêz û aliyên ku şerê me dikin û hewl didin rûyê me reş bikin piştevaniya rêxistina terorîst a DAIŞ’ê dikin.

TEVÎ HEMÛ HEWLDANÊN REŞKIRINÊ TEVLIBÛNA CIWANÊN EŞÎREYAN A LI NAVA HÊZÊN ME ZÊDETIR DIBE

Tevî hemû hewldanên afirandina fîtneyê li herêmê û reşkirina rûyê me, lê berovajî wê ciwanên eşîreyên vê herêmê zêdetir tev li nava hêzên me didin, eşîreyên li seranserî herêmên Cizîr û Reqayê ragihand ku bi QSD’ê re ku parastina wan û pêşeroja wan ji xeterî û gefan dike.

HELEWSTA EŞÎREYAN PÎROZ E Û BI HEVGIRTINA WAN DÊ FÎTNEYÊ JI KOKÊ VE BIQELÎNIN

Em fermandariya QSD’ê helwesta eşîreyan bi rûspî û şêxên wan li hember bûyerên dawîn ên li herêmê pîroz dikin, her wiha bi xemgînî qurbaniyên van kiryar û planên qirêj bi bîr tînin. Li kêlek wê jî pişrast dikin ku hevgirtina we û hembêzkirina we ji hêzên QSD’ê re garantiya berdewama erkên nîştimanî ye.

KEDA KOALÎSYONÊ YA RÛYÊ RASTÎN Ê EŞÎREYAN EŞKERE KIRIYE PÎROZ DIKIN

Her wiha kedên Koalîsyona Navdewletî ya ku piştevaniya eşkerekirina rûyê rastîn ê eşîreyan, sekna li rex eşîre û piştgiriya şêniyên herêmê kiriye pîroz dikin. Her wiha ew ked bi rêya lidarxistina civîn û hevdîtinên bi şênî, rûspî û eşîreyên herêmê re pêk hat. Her wiha rola wê ya leşkerî li gel hêzên me li ser erdê li hember terorê jî spas dikin.

EM TEVAHÎ KESÊN PIŞTEVANIYA VEMIRANDINA AGIRÊ FÎTNEYÊ KIRIYE, SPAS DIKIN

Her wiha em tevahî kesên ji rûspiyên herêmên Cizîr û Firatê ku hewldan agirê fîtneyê ji kokê de vemirîne spas dikin.

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …