QSD`ê Mesakin Dubat a Reqayê bi temamî rizgar kir:

REQA – şervanên QSD`ê di pêşveçûnên xwe yên li taxa Nezlit Şihade de, di van kêliyan de herêma Mesakin Dubat bi temamî rizgar kir.

ji şeva din heta  niha şerên giran li aliyê başûrê yê bajar diqewime û bi taybet li taxa Nezlit Şihade. Di encama vî şerî de şervanên QSD`ê  çend kolanan pêş ve çûn û xetên mayînan derbas kirin. QSD`ê her wiha herêma Mesakin Dubat bi temamî rizgar kir.

li gorî çavakniyên QSD`ê nêzî 11 çete hatin kuştin,  termê 4`an di dest şervanan de ye. Hejmarek ji cebilxane û çek ketin destê şervanan û erebeyeke bombebarkirî jî hat imhakirin.

li aliyekî din şer li taxa Hişam Bin Ebdulmelik a başûrê bajar  û li taxa Kevin a aliyê rojhilat ê Reqayê, şer berdewam dike.

 

REQQA-RIZGARKIRNA-MESAKIN ‫(1)‬ (Large)REQQA-RIZGARKIRNA-MESAKIN ‫(1)‬ ‫‬ (Large)

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …