QSD’ê malbateke Êzidî ji destê DAIŞ’ê xelas kir

DÊRAZOR – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro berbangê sibehê saet di 05.30’an de li rojavayê Dêrazorê çalakiyeke taybet pêk anî û malbateke Êzidî ya ji 8 kesan (5 zarok û 3 jin) ji destê çeteyan rizgar kir.

Malbata ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatiye rizgarkirin piştî ku gihişt herêmên bi ewle ji nûçegîhanê ANHA’yê re diyar kir ku di destê çeteyan de hîna jî gelek jin û zarok hene.

Çeteyên DAIŞ’ê di Tebaxa 2014’an de piştî vekişîna hêzên Pêşmerge yên PDK’ê, êrîşeke dijwar birin ser Şengalê û bi hezar jin û zarokên Êzidî revandin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …