QSD`ê  li Şehbayê derbe li çeteyên Tirk xist, 15 êrîşkar hatin kuştin

 ŞEHBA – Şervanên QSD`ê şeva din hewldana çeteyan a derbasbûna gundê Til Cîcan ê girêdayî kantona Şehbayê, şikandin û 15 çete hatin kuştin.

Şeva din di saet 01:30`an de çeteyên artêşa Tirk a dagirker hewl dan derbasî gundê Til Cîcan ê girêdayî kantona Şehbayê bibin. Şervanên QSD`ê  yekser bersiv dan û li herêmê şerekî dijwar rû da.

Di encamê de 15 çete hatin kuştin, erebeyeke doçka ya çeteyan hate derbkirin û çete neçar man ji herêmê birivin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Di Pişt Sînor De Ava Jiyanê Veşartîbû

Bîranîna şehîd Zîn Kobanê Di nava rojê giştî de ez li benda kêliyeke bêdeng û …