Fatma Mihemd bidawîkirina dewreyê li şervanan pîroz kir.

Dewreya perwrdeyê 45 rojan dewam kir. Di dewreyê de dersên birdozî û leşkerî hatin dayîn.

Yek ji rûspyên êlên herêmê Ayid El-Hadî li ser rola şervanên QSD`ê di rizgarkirina herêmê ji çeteyan û parastina şêniyên herêmê ji êrîşan, axivî.

Di dawiya merasîmê de şervanan sonda leşkerî xwarin.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi xelekên gerandina govendê bidawî bû.