Navenda Ragihandinê ya QSDʹê îda û nûçeyên ku dibêjin balafirên Koalîsyona Navdweletî li Reqqayê hêzên QSDʹê bombebaran kir, derewand in.
Derbarê gotegotin ku Balafirên Koalîsyona Navneteweyî cihên QSD`ê li Reqqayê bombebaran kirine, Navenda Raghandin û Çapemeniya QSD`ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:
“Hemû nûçe û gotegotin ku dibêjin Balafirên Koalîsyona Navneteweyî cihên QSD`ê bi awayekî şaş li taxên başur ên Reqqayê, bombebaran kirine, derewin û dûrî rastiyê ne. Ev nûçe û îdaya di saziyên şerên taybet de ên Tirkiyê de bi armanca rakirina morale çeteyên DAIŞ û bandora li ser Pêngava Xezeba Firatê û derengmayîna rizgarkirina Reqqayê, hatine amadekirin”.
BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTÎ YA YPJ Ê