QSD’ê encamên şerê  24 saetên dawî eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê encamên êrîşên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên wê li dijî Efrînê û çalakiyên leşkerî li herêmê yên 24 saetên dawî eşkere kirin.

Daxuyaniya navenda çapemeniya QSD’ê wiha ye:

Efrîn/navneda bajêr

Navenda bajarê Efrînê ku bi welatiyên sivîl dagirtî ye ev roja duyemîn e bi çekên giran û balefiran rastî topbarana hovane tê.

Duh saet di 19:00’an de balefirên şer destpêka bajêr li çerxeriya gundê Cûmkê êrîşek pêk anî û di encamê de ziyan bi mal û milên sivîlan bû. Îro jî saet di 10:30’an de bi çekên giran kolanên bajarê Efrînê armanc girtin û di encamê de  welatiyek şehîd bû û 4 welatiyên din jî birîndar bûn.

Navçeya Bilbilê

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi balefir û çekên giran îro saet di 10:00’an de eniya gundê Şêxorzê armanc girtin. Leşker û çeteyên dagiker hewl dan li vê deverê pêşve werin, rastî bersiva şervanan hatin û pevçûnên dijwar rû dan û di encamê de gelek ziyanên canî bi êrîşkaran bû. Topbarana dagirkeran hêjî berdewam dike.

Ji ber ku êrîşkar nikaribûn li eniya gundê Şêxorzê pêşve werin bi hovîtî gundên Zêtûnakê û Duraqliya topbaran kirin, her wiha evan herdu gund rastî êrîşên balefiran jî hatin.

Navçeya Şera

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê ji saetên sibê ve bi balefiran êrîşî gundê Sarîncekê kir û di heman demê de komên terorîst xwestin li vê eniyê pêşve werin, rastî bersiva şervanên me hatin û pevçûnên giran rûdan û heta saetên piştî nîvroj dom kirin di encamê de ziyanên mezin bi êrîşkaran bû.

Dezgehên çapemeniya dagirkeran di nûçeyên xwe de ragihandin ku gundê Sarîncekê di destên wan de ye û me jî evan îdîayên wan bi dîmenan derewandin.

Li eniya gundên Êzdî Baflûn, Ereb Wêran û Umera hêzên artêşa dagirker evan gundan bi hovîtî armanc girtin û bi çekên giran ji şevê din heta berbanga îro dom kir.

Navçeya Şiyê

Hemû eniyên şer li navçeya Şiyê ji şevê din heta saetên serê vê sibê ji aliyê dagirkeran ve rastî êrîşên bi çekên giran hatin.

Navçeya Cindirêsê

Eniyên şer ên navçeya Cindirêsê jî ji şevê din heta niha bê navber ji aliyê dagirkeran ve bi çekên giran tên topbaran kirin û ji aliyekî din ve balefirên dagirkeran li van deveran êrîşên xwe berdewam dikin bêyî ku ti pêşketinekê bi dest xwe ve bînin.

Li gundê Hec Iskender terorîstan hewl dan pêş ve werin rastî bersiva şervanên me hatin û di encamê de ziyanên mezin bi êrîşkaran bûn.

Li gundê Dêr Belûtê hêzên me çalakiyên bi bandor pêk anîn û li dijî leşker û terorîstên Tirkiyeyê ketin nava pevçûnan û ziyanên mezin bi dagirkeran bûn. Li gorî şervanên me piştrast kirine li vê deverê 38 cenazeyên dagirkeran hêjî li nava zeviyan in û yên din jî ber bi girên derdora gund ve reviyan.

Li gundên Mihemediyê û Dêwa artêşa dagirker gelek êrîşên ezmanî pêk anîn û bi çekên giran evan herdu gund armanc girtin û di navbera şervanên me û dagirkeran de pevçûn rû dan û evan pevçûn hêjî berdewam in.

Li gundê Axçelê ji duh heta niha di navbera şervanên me û leşkerên Tirk û terorîstan de pevçûn rû didin. Şervanên me du êrîşên dagirkeran şikandin.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …