Bi beşdariya gelek fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb ji 50 fermadaran re perwerdeyek da destpêkirin. Dewreya perwerdeyê bi navê Şehîd Nûr Gemro dest pê kir û armanc ji vê dewreyê ew e ku fermandar ji gelek hêlan ve werin xurtkirin.
Perwerde wê 2 mehan dewam bike û di nav de wê waneyên bîrdozî û leşkerî bên dayîn.
Her wiha Akademiya Şehîd Feyad El-Şiblî bi tevlêbûna 25 endaman dewreyeke perwerdeyê bi navê Şehîd Silûga da destpêkirin. Perwerde dê meh û nîvekê berdewam bike. Di perwerdeyê de waneyên rêbazên vekirina mayinan dê bên dayîn.
Di merasîma vekirina her du perwerdeyan de şervan û fermandarên ku wê tev li perwerdeyê bibin li qada Akademiya Şehîd Ezîz Ereb li hev kom bûn û bi dehan şervan û mêvan jî amade bûn.