QSD`ê derbarê şerê li gundên Serinckê û Şêxûrzê daxuyaniyek da

EFRÎN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê îdîyên çapemeniyê Tirkiyê derwend.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê derbarê şerê li Şêxûrzê û Serinckê daxuyaniyeke nivîskî weşand û îdîayên çapemeniyê dewleta Tirk derwend.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

ʺHinek dezgehên çapemenî yên Tirkiyê,  îdîa dikin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Sarinckê yê nêzî gundê Şêxurzê yê Bilbilê  kontrol kirin da ku moralên terorîstên xwe ku derbeyên giran ji hêzên me dixwin, rabike.

Em wekî Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê tekez dikin ku gundê Sarinckê ne di bin dagirkeriya artêşa Tirk û komên terorî de ye. Berovajî wê li aliyê gundê Şêxûrzê şerên giran rû didin û artêşa dagirker nikaribû bi pêşve were, ji ber vê yekê jî êrîşî gundê Sarinckê kir.

Hêzên me berisvek tûnd dan û di encamê de du erebeyên leşkerî ku yek ji wan panzêr bû hatin rûxandin. Çete û leşkerên din piştî cenazeyên xwe rakirin reviyan.

Her wiha em tekez dikin ku li eniyên Bilbilê û Şêxûrzê hêzên me li berxwe didin û dijmin bi pêş neketiye.ʺ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …