QSD`ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya  şerê 24 saetên dawî li Efrînê eşkere kir.

Daxuyanî QSD`ê wiha ye

Şera

Li derdora gundê Erebwêran şerên giran rû dan. Her wiha ji saet 8 sibê heta niha topbaran  li derdora gund dewam dike.

Paşê şer li derdora gundê Omera rû da. Di encamê de, gelek leşker û çete hatin kuştin. Şer  li derdora gund dewam dike.

Cindirêsê

Şeva din di saet 22:00`an de balafirên şer ên artêşa Tirk malên sivîlan ên li gundê Kefersefra  bombebaran kir. Paşê, balafiran navenda herêma Cindirêsê bombebaran kir.

Di saet 08:00`an de, artêşa Tirk a dagirker gundê Heclera topbaran kir. Di heman demê de, li derdora gund şerên giran rû dan û heta niha dewam dike.

Raco

Balafirên şer ên artêşa  Tirk a dagirker piştî saetên nîvro hemû gundên Raco ku şer lê rû didin bombebaran kir. Di heman demê de, balafiran navenda Raco jî bombebaran kir.

Mabata

Li gundê Dumliya şerên giran ji saet 08:00 sibê heta niha bi hemû dijwar xwe dewam dike. Her wiha li gund bi çekên giran tê topbarankirin.

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …