QSD`ê bîlançoya roja 17`an a Berxwedana Serdemê eşkere kir

EFRÎN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bîlançoya şer û çalakiyên roja 5`ê Sibata 2018`an li herêma Efrînê eşkere kir.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

Şiyê:Li derdora gundê Bîlal artêşa Tirk a dagirke û komên cîhadî hewl dan bi pêşve werin. Hêzên me bersiv dan û li herêmê şerekî dijwar rû da. Di encamê de hêzên dagirker bi paş de reviyan. Paşê, li derdora gund di encama operasyona paqijkirinê de gelek dagirker hatin kuştin û hate tekezkirin ku herî kêm 8 leşker hatin kuştin.

Raco: Artêşa Tirk a dagirker gundê Xelîla bi çekên giran topbaran kir. Her  wiha artêşa dagirker navenda herêmê bê serûber topbaran kir.

Bilbilê:Tîma Bagera YPJ`ê li dijî  leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidar xistin. Di encamê de çalakî  bi encam bi dawî bû û 4 leşker hatin kuştin û gelek leşkerên din jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk  a dagirker û komên cîhadî gundê Coleqa bi çekê giran bê serûber topbaran kir. Di encamê de 3 malên welatiyan hatin rûxandin.

Li girê gundê Bêkê jî di saet 11:00`an de hêzên me çalakiyek lidar xistin û di encamê de tangek hate rûxandin û leşkerên têde hemû hatin kuştin.

Her wiha yekîneyeke me kombûneke leşkerên artêşa Tirk a dagirker li girê gundê  Bêkê kir armanca xwe. Di encamê de herî kêm 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Şera: Hêzên me kombûneke leşkerên artêşa Tirk û komên cîhadî li derdora gundê Qestel Cindo bi fûzeyekê kirin hedefa xwe.

Artêşa Tirk a dagirker û komên cîhadî ku nikaribûn bi pêşve werin, di saet piştî 14:00`an de êrîşî gundê  Dîkmedaş û girê  wê kirin. Hêzên me yekser bersiv dan û li herêmê heta niha şerekî dijwar dewam dike.

Cindirêsê: Li derdora gundê Hesîrka hêzên me çalakiyek lidar xistin û di encamê de tangekeke artêşa Tirk a dagirker hate rûxandin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …