QSD`ê bîlançoya roja 16`an a Berxwedana Serdemê eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê bîlnaçoya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê û çalakiyên QSD‘ê yên 4‘ê Sibatê eşkere kir.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) ku li ser malprea xwe ya fermî de belav kiribû ev agahî hatin dayîn:

1-Mabat: Hêzên me roja şemî saet di 03:00‘an de tanga artêşa Tirk a dagirker rûxand. Kesên di tangê de jî hatin kuştin (Bi dîmen hatin belgekirin)

2-Şera: Hêzên me duh saet di 21:00‘an de topavêjeke artêşa dagirker û balafireke wê li nêzî gundê Erebwêran hedef girt. Her wiha gûzeke jî kir hedefa xwe. Piştî herêmên şer berfireh bû û gihiş gundê Dîkmadaş û Baflûn û bi saetan şer berdewam kir.

3-Bilbilê: Gundê Şêxurzê duh saet di 22:00‘an rastî êrîşên bi çekên giran hat. Li gundê Ubeydan, di navbera şervanên me û arêtşa dagirker a Tirkiyê û Rêxistina El-Qaîde şer rû da, balafirên dijmin 6 êrîş li dijî gund pêk anîn.

Artêşa Tirk a dagirker di saet 03:00`an de careke din hewl da ber bi Şêxurzê ve bi pêşve were. Hêzên me yekser bersiv dan û li herêmê şerekî dijwar rû da û heta saetên sibê dewam kir. Her wiha balafirên şer ên artêşa dagirker jî ew herêmê bombebaran kirin.

Piştî têkçûna her du hewldanan, artêşa dagirker û Rêxistina El-Qaîde careke din di saet 13:00`an de hewl dan  di aliyê gundên Şêxruzê û Bilîlka bi pêşve werin. Hêzên me bersiv dan û şer bi giranî heta niha dewam dike. Di heman demê de, hêzên girên derdora her du gundan paqij dikin. Li derdora gundê Elî Kera jî hêzên  me tereksa hêzên dagirker rûxandin.

4- Şiyê/Mabata: Artêşa  Tirk a dagirker û Rêxistina El-Qaîde bombeyên ronahiyê li esmanê gundên Xelîl û Alkana avêtin da ku leşkerên xwe ji tirsê biparêzin. Li derdora her du gundan jî şerên giran rû dan.

5-Cindirêsê: Navenad herêma Cindirêsê û gundên wê bi çekên giran hatin topbarankirin. Her wiha gundê Hemamê jî rastî topbaraneke dijwar a artêşa dagirker û Rêxistina El-Qaîde hatin.

Her wiha artêşa dagirker û Rêxistina El-Qaîde hewl dan di aliyê Girê Qazqalî û Girê Şehîd Seydo de bi pêşve werê, hêzên me bersiv  dan û hêzên  dagirker neçar man bi paşve birivin.

6-Kobanê:Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor, li gundê Sûsikê yê rojavayî bajarê Girê Spî dema erebeyên sivîlan derbas dibûn,  hedef girtin û di encamê de zerar gihîşt erebeyan. Hêzên me yekser destwerdan kirin û bersiv dan. Li herêmê şer di navbera hêzên me û leşkerên artêşa Tirk bi çeka doçka rû da.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …