QSD`ê bîlançoya hefteyekê ya Berxwedana Serdemê eşkere kir

GIRÊ SPÎ – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bîlançoya şerê di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker û terorîstên wê de li Efrînê bi civîneke çapemenî eşkere kir.

Di civîna çapemenî ku li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî de hate lidarxistin, bi dehan dezgehên ên herîmî û cîhanî amade bûn. Berpirsê Giştî yê Têkîliyên QSD`ê Rêdûr Xelîl bîlançoya hefteyekê ya Berxwedana Serdemê ya li Efrînê eşekere kir.

Bîlanço wiha ye:

ʺÊrîşa artêşa dagirker a Tirkiyeyê û rêxistina El-Qaîdê ya terorîst bi hemû hovîtiya xwe li dijî gelê me li kantona Efrînê berdewam dike. Tevî ku artêşa dagirker û alîkarên wê hemû teknolojiya leşkerî di êrîşa xwe de pêk tînin û bi balefiran û tankan gund û taxên sivîlan armanc dikin. Lê heta niha ti pêşketineke ber biçav pêk neanîne.

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê ku li hemberî berxwedana şervanan nikarin pêşve werin, rêbazên herî hovane li dijî welatiyên sivîl bikar tînin û welatiyên sivîl armanc dikin û di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûn û piraniya wan jin û zarok in da ku welatiyan neçarî koçberiyê bike û guhertineke demografîk li herêmê pêk bîne. Hovîtiya dagirkeran ji wê bêtir deverên dîrokî û şûnwaran bi balefiran armanc dike û ziyaneke mezin bi perestgeha herî kevnar di Rojhilata Navîn de kir.

Encamên çalakiyên leşkerî yên vê hefteyê û komkujiyên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û rêxistina El-Qaîdê li kantona Efrînê ji 26’ê Çile heta 1’ê Sibata 2018’an wiha ne:

  • Dagirkeran ji hemû aliyên Efrînê ve êrîşî gundên sivîlan kirin û (1893) topên cûda avêtin.
  • Balefirên dagirkeriya Tirkiyeyê (460) êrîş li dijî deverên sivîlan û eniyên şer ên kantona Efrînê pêk anîn/
  • Helîkopterên Kobra (15) êrîş li dijî deverên sivîlan û eniyên şer pêk anîn.
  • Balefirên keşfê bê navber li ezmanê herêma Efrînê digerin.

Artêşa Tirk û rêxistina El-Qaîdê di êrîşa xwe de çekên qedexekirî jî yên weke Napalm û bombeyên goşî bi kar anîn, her wiha dibistan û mizgeft jî bûn armanca dagirkeran û di encamê de gelek welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn.

  • Hêzên me hemû êrîş bersivandin û ketin nava 250 pevçûnên rasterast.
  • Kuştina (473) leşkerên Tirk û terorîstên girêdayî wê hate piştrastkirin.
  • Li ser xetên pevçûnan (32) cenazeyên leşkerî û terorîstan hene û dijmin nikare cenazeyên xwe werbigire.
  • Balefireke keşfê ya ji cûreya Dron hate xistinn û (25) siwareyên leşkerî û di nava wan de tank û panzêr jî hene hatin rûxandin.
  • Hêzên me (11) panzêr û di nava wan de tank û panzêr hene bêbandor kirin.
  • Hêzên me siwareyeke leşkerî ya ji cûreya Dûvpişk û panzêrek desteser kirin û miqdareke çekan jî jê wergirtin.
  • Hêzên me (72) caran bi hêzên dijmin re kete nava pevçûnan bêyî ku ziyanên dijmin bêne zanîn.
  • Di van pevçûnan de (34) şervanên me derketin asta şehadetê piştî ku berxwedaneke leheng dane meşandin.
  • Di encama êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê de (30) welatiyên sivîl ku di nava wan de jin û zarok hene şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn.
  • Şervanekî me yê birîndar dîl kete destên dijmin. Her wiha artêşa dagirker a Tirkiyeyê û terorîstên El-Qaîdê 6 welatiyên sivîl ji gundên sînorî revandin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …